Peyama Serok Barzanî bi boneyê Hefta û Duyemîn Saliya Damezrandina Yekîtiya Afiretan ya Kurdistanê
Bi navê Xwedayê Bexşende û Mihreban
Birêzan Sekreter û Endamên Deftera Sekreteryeta Yekîtiya Afiretan ya Kurdistanê,
Bi boneyê Hefta û Duyemîn Saliya Damezrandina Yekîtiya Afiretan ya Kurdistanê, pîrozbahiyeke germ pêşkêşî we û hemû endamên rêxistina têkoşer û hemû afiretan yê Kurdistanê dikim.
Yekîtiya Afiretan ya Kurdistanê, yek ji destketên girîng ên Şoreşa Mezin a Êlûlê ye û di heman demê de tecrubeyek serkeftî ya beşdariya afiretan di jiyana siyasî û civakî ya Kurdistanê de bûye. Yekîtiya Afiretan ya Kurdistanê rêxistineke têkoşer a nav şoreş û xebata gelê Kurdistanê ye ku rolê xwe di belavkirina hişmendî û perwerdekirin û parastina mafên afiretan bi başî cî bi cî kiriye û pênûsa wan di xebata rizgarîxwazî ya gelê Kurdistanê de her tim diyar e.
Çavnêriya me ji Yekîtiya Afiretan ya Kurdistanê ew e ku di qonaxên pêşerojê yên jiyana gelê me de di çarçoveya kultûra hevjiyanê, medêniyetê, wekhevî û rawestandina tundûtîjiya malbatî û civakî de kar ji bo xurtkirina hesta neteweparêzeriyê di nav rêzên xwe de bikin.
Hêviya serkeftinê û berdewamiyê ji we re dixwazim.
Mesûd Barzanî
11’ê Kanûna Pêşîn a 2024