سیما تیڤی

Xwandina zanko û peymangehan dê bi şêwê onlayn û dîjîtalî dest pê ket

 Navenda Nûçeyan – Sema

Îro duşembuyê, 30-î Adara 2026, Wezareta Xwandina Bilind û Vekolînên Zanistî, biryar da piroseya xwandina sala 2025 – 2026 bi şêwazê onlayn û dîjîtalî bête temam kirin.

Bo vê meremê Wezaretê çend rêkar û rênamayên nû bo zanko û peymangehan belav kirin, ku li 30/3/2026 xwandin bi şêwê onlayn li hemû zanko û peymangehên hukumî û taybet yên Herêma Kurdistanê dê dest pê ket.

Rênamayên xwandina bilind bo dewama zanko û peymangehan:

  • Destehelat diête dan bi zanko û peymangehan li duv cihê cografî û taybetmendiya beşên zanistî bo girtinebera her şêwazekê xwandina onlayn û dîjîtalî û bikarînana êk ji platfomên standartên cîhanî.

  • Sereray xwandina onlayn ya rasterast, pêdiviye zanko û peymangeh temamiya waneyan bi şêwê elektronî li ser wê platformê berhev biken ewa bo wanegotinê bikar diînin.

  • Kolîjên pizîşkî, zêdebari wan babetên bi onlayn werdigrin, bo waneyên praktîkî û teorîyên dî dişên biçne d nav nexweşxaneyan da û berdewamiyê bi xwandina xwe biden.

  • Ew waneyên bi şêwê onlayn û rasterast dihêne gotin, pêdiviye d demê dewama fermî û xiştê waneyên rojane dabin, nabit bikevne piştî dewama fermî û şevan.

  • Seba-ret bi waneyên praktîkî, ew waneyên dişên bi rêka onlayn bihêne gotin li duîv pisporyên cuda, dê bi şêwê onlayn hêne gotin. Ew waneyên praktîkî yên pêdivî bi nav kampesê heyin, zanko dê çaverêy helsengandina rewşa heftiyên behêt ken da ku d demê asayî bûna rewşê da li nav kampesê bihêne gotin.

  • Sebaret bi ezmûnan (îmtîhanan), pêdiviye li ser zanko û peymangehan bi reçavkirna rewşê û li duîv xiştekê guncay bo her kolîj û beşekê zanistî ezmûnan rêkbêxin, bi merjekê ku hatnuçûna qutabiyên dervey bajêrî bihête berçavgirtin û li heman dem da xiştê kolîjan d êk dem da nebin da ku qerebalixî li nav zanko û beşên navxoyî dirust nebt.

  • Korsên xulên pîdagojî û senterên zimanan bi şêwê onlayn dê berdewam bin.

  • Gengeşa nameyên (master û diktora) her wek pêştr wezaretê biryar li ser dayî, bitnê serok û endamên lijneyê û serperştiyar û twîjer dê amadebin.

  • Rêveberiya IT li serokatiya hemî zanko û peymangehan d vî demî da dê berdewam bin li ser karên xwe bo çareserkirna her giriftekek teknîkî bo kolîj û beşanan û harîkarîkirdna qutabiyan.

  • Bo her prsyeka nuy ya dihête pêş û d vî giştandinê da amaje pê nehatibîte kirin, zanko û peymangeh dê peywendiyê bi fermangehên peywendidarên nav dîwana wezaretê ken bi mebesta wergrtna rêkaran.

><