سیما تیڤی

Mîrê Êzdiyan pêşwazî li şandekê Revenda Kurdî li diyasporayê kir

Navenda Nûçeyan – Sema

Mîr Hazim Tehsîn Beg, mîrê Êzdiyan li Kurdistan, Îraqê û cîhanê, pêşwazî li komeka komelên Revenda Kurdî li Emerîka, Keneda û Rûsya kir.

Şembûyê, 22ê çirya duwê 2025, Xalid Nermo, şêwermendê Civata Rohaniya Êzdiyan, bo Sema ragihand: li peristgeha Lalişê mîrê Êzdiyan pêşwazî li komeka komelên Revenda Kurdî li Emerîka, Keneda û Rûsya kir, di rûnşitnê da rewşa Êzdiyan û bi taybetî ya Şingalê û jiyana nalebarî ya awaran di nav xîvetan da û revandiên di nav destê tîroriştên Daişê da main gutobêjkirin.

Amaje bi wê çendê da, mîrê Êzdiyan daxwaz ji Revendên Kurdî kir di harîkarbin bo çareserkirina kêşeyên Êzdiyan, herewesa rolê wan di pêşxistina keysa Êzdiyan da li cîhanê bilind nirxand.

Li demê jînosaîda bi ser Êzdiyan da hatî li ser destê rêkxirawa Daiş ya tîroristî li tebaxa 2014, li wî demî Revendên Kurdî rolekê kara bo nasandina jînosaîda Êzdiyan û drustkrina lobîyekî bo bo piştevanî û harîkarîkirina xelkê Şingalê hebû.

Ev seredan girng in bo nîşandana cîhanê ku Êzdî pêkhateyeke girng ya mirovahiyetê ne û hişyarkirina cîhanê bo jînosaîda bi ser Êzdiyan da hatî li ser destê Daişê û nasandina bawerî û çanda Êzdiyan.

><