Bi helkefta cejna ji dayik bûna Pêxemberê aynê Îslamê Hezreta Mihemed (silavên Xwedê lê bin), ku îsale keftiye li 15 Îlona 2024ê, germtirîn pîrozbahiyan arasteyî sercem Misilmanên Kurdistanê û cîhanê dikin.
Hîvî xwazin ev helkefta pîroz bibe binemayê pêkvejiyana hemû pêkhatên milletê me li Kurdistanê û herwesa bibe hêvînê xêr û bereketê û geşepêdana pêkvejiyana aştîyane û tebayîya zêdetir di nav hemû pêkhatên herêma Kurdistanê da.
Her bivê helkeftê hîvîdarin aştî û aramî û êmnahî li nav hemû milletên xêrxwaz û deverê da berqirarbit û Kurdistana şirîn her parastî û avedan bit.
Desteya bilinda Bingehê Laliş yê Rewşenbîrî û Komelayetî/Duhok
14ê Îlona 2024ê