سیما تیڤی

Hogir Heydo: Êzdiyan û Êzdiyatiyê binase

Dibêjne wan kesan Êzidî yê ku peyrewê aînê (Ezdayî) ne, çinku ji bilî netewa kurd hîç neteweyeka dî li cîhanê helgrê aînê Êzidî nîne. Dîyarkirina dîroka Êzidîyan, dîyarkirina dîroka resen ya neteweyê kurda, çinku Êzidî bi resentirîn xelkê Kurdistnanê û xodan ax û dîroka netewa kurdî dêne nasikrin ku paşmawên Arî û Mîdîyane. Hindek jêderên dîrokî xoya diken paşmawên Sumarîyane, xudanên kevntirîn şerstanîyeta ser rûyê erdî ne.
Êzidîyatî kevntirîn mîratê ola kurdane û ola sundê û bawrîyê ya milletê kurde û bingehê ola Êzidîyan roje. Gelek cara kurdên neyt Êzidî sund dixun bi rojê, nanî, zadî û gorî (qebr)… htd yan zab xudê (zab wate rûbar bi zmanê Subarî, za bi xudê hemû pêkve dibte yaxudanê rûbarî). Ev sunde li nav Zêbarî û Barzanîyan heta niho dête bi karînan û ev jorê sundê ji bab û bapîrên xo ya wergirtîn berî hatina pertûk û aînên esmanî bi hezaran salan, çinku kurd Arî bûn li ser ola roj perêsîyê bûn.
Dînê neteweyî yê kurdan Zerdeştî ye li serdemê dewleta Exmînînan bo dînê neteweyî yê kurdan. Berî hatina Îslamê ola pitrîya kurda Êzidî bûn li gor gotina Doktor Memo sala 636 zaînî Îslam hatîye deverê berî vê mêjûyê hîç kurdek nebbû busilman. Kurd berî bi dînê Îslamê bigrin (kurd û Aşûrî) bûn.
Êzidîyatî wek ol dête nasikrin, ola Êzidîyan ne mizgîn bexşe (tebşîrî ye), çinku nexudan pêxember û nebî ne. Pêxember ewe demê peyama xo bi pertûkeka pîroz belav diket wate (resul xodan rîsaleye) wek: Mûsa, Îsa û Mehemed… htd, û nebî bi zarekî peyama xo belav diken wek nebî Îbrahîm ramana navê wî (ê brahim), Îzidî dibêjnê (Brhîm) navê dayke û (Tilî) ye û babê wî (Îzere) d aînê asmanî da bi navê (Azir) wê hatî û dibte birazîyê Nemrûdî Êzidî dibêjnê (Nemr). Hevalê wî yê hevalînê (birayê axretê) Pîr Melik Salim bû, navêt kabanî ye wî Sarê û Hecar bûn, brayek hebû navê wî (Aram) bû.
Brhîm ji sadiq maşê xo wergirt
Brhîmî ji Salim ‘ilmê xo pir girt
Feqîra li ‘erdî ew ‘îlm hilgirt
Serekanîya peyda bûna ola Êzidîyan sirûşte nek rîya pêxembera. Êzidîyatî yekêtî bûne (wihde el-wicûde). Êzidî dibêjin xudê î mezne û meznan wa wegotî. Dbawerîya Êzidîyan da xudê mirovên çak û xudan kerem yêt hinartîya ser rûyê erdî bi rîya wan xudan kerema destûrê olî hatîye danan. Ola Êzidîyan neya sîyasî û abûrî û hizrî û aydolojîye belku bi temamî aînekî yûnîvêrsal (cîhanî) ye.

><