29-30 heyva Nîsanê li bajarê Duhokê, Herema Kurdistanê li dor bawarî, dîrok, çand, erdnîgarya Ȇzdiyan konfêranseke cihanî ya pir hêja hate derbaskirin. Konfêrans ji alyê Bingeha Laliș û Unîvêrsîtêta Duhokê, bi piștgirya Hukumata Herêma Kurdistanê hatibû amadekirin. Xebatên Konfêransê gelekî hêja bûn, ji gelek welatan, bawarkî nêzkaya heftê-heyștê zanyar, nivîskar, akadêmîsyonê pispor yên warê zanyaryê da derecebilind bi gotarên xweye zanestî der heqa pirsgirêkên êzdîtyê da beșdar bûn. Bi texmîna min dîroka êzdiyan da cara ewlin e ku konfêranseke zanyarî ya wusa berfire, ku pirsgirêkên dîrok, çand, bawarya êzdiyan bi zanestî hemêz dike hate derxistin.
Konfêransê da Mîrê Ȇzdiyan, gelek wezîfedarên hukumata Herêmê, dewleta îreqê, parlamêntar, oldar, zanyar, mêvanên bi tebyet beșdar bûn. Konfêrans bin çavdêrya Șeredarê bajarê Duhokê pirof. Elî Teter da derbas bû. Kekê Elî Teter bi gotareke pir hêja dor dîroka Ȇzdiyan ya kevnar konfêransê da pêșda hat.
Nenihêrî hinek kêmasiyên têxnîkî, Konfêrans bi serkeftin derbas bû. Dihate xuyakirin Komîtêya amadkar ji bo rind derbaskirina karê konfêransê xebateke hêja kiribû.
Konfêrans ê da biryar hate girtin belge û gotarên konfêransê bên weșandin, her sal konfêranseke wa berfire bê derbaskirin.
Ez jî beșdarî konfêransê bûm. Gotara min dor dîroka binamaleke Ȇzdiyan a deshilatdar, a bi nav û deng mala Kok axa da bû. Li herema Serhedê ev binemal bi dewranan li ser sînorên navbera împêratoryên Osmaniyê, Ȋranê û Rûsyayê deshilatdar bûye û serokatî êl û êșîrên êzdiyên Serhedê kirye. Anegorî bîranîna mezinan û agahyên gîhîșine me wexteke dirêj ew navçêya mezin ji çiyayên Hekaryê, Wanê girtî heta çiyayê Agiryê, Qersê. Mûșê Ȇzdîxaneke gewre bûye û we binemalê bi hêzên xwe sînorên dewleta Osmanyê parastiye. Malbet ji alyê hukumdarya Osmaniyê, pașê jî ya Rûsiyayê va wek malbetek deshilatdar hatiye naskirin. Tim di nav dew û dozê wan dewletan û gelên wê herêmê da bûne. Zozanên wê heremê yên xêr û bêr, gișk dest wan da bûne û wan bac ji eșîrên koçer stendine. Qir û bir, komkujî, neheqî jî dor vê civakê kêm ne bûne. Bi dewranan, çawa êl û eșîrên Ȇzdiyan bi tomerî wusa jî ev êl rêyeke dîrokî ye dijwer, rêya mayîn-nemanê ra derbaz bûye, heta niha jî ev êla Ȇzdiyan bi xurtî xweyî heyîtiya xwe, navê xwe, bawarî û netewa xwe, zimanê xwe, erf-edet, eyd-erefatên pêșiyê xwe derketye. Mixabin cawa dîroka gelek êl û eșîrên kurdan, wusa jî ya êzdiyên Serhedê nehatiye nivîsar, di nav tarya dîrokê da maye. Ji dîroka vê êlê ya dewranên dirêj ji mera hinek agahyê pir kurt mane.
Zêdeyî 200 sal berê, di destpêka sedsala 19’an, bi rezadilî Gurcistan (1801) tevlî Împeratoriya Rûsyayê bû. Hinek herem û xanedanên derdora wê jî (1804-1805) bê şer û xwîn xwe spartine wê dewletê. Hidûdên Rûsyayê yên başûr hetanî zincîra çiyayên Kavkazyayêê fire bûn û gihîştin hidûdên dewletên Îranê (Xanedana Êrêvanê) û Tirkiyê (herêmên Qersê û Axilsixê). Wê demê jî ev binemal, dema șer û komkujîke Ȇzdiyan ya mezin ji hev bela bû, parek jî derbasî axa bin perê Rûyiyayê bûn û hîmê êlê Ȇzdîxana Kavkazyayê (Ermenistanê) danîn.
Ez jî wek Ronakbirê Ermenya yê mezin, dibêjim: „Bira due‘aya Xwedê wê demê be, dema lingê gelê RûsI rehm wê axê kêt… Eger ew nîbiya niha ev Ȇzdîxana Rûsyayê ji tune bû…“
