Her ayin û milletekî bi bi rengekî rojgirtin heye û li gora baweriya her aynekê rojgirtin xêreka mezin û ferzeka ulî ye, pê de tên spartin û fere mirov rojê bigirt da bi bêrsî û belengeziyê bihesît û agahî ji xelkê hêjar û belengaz hebe, wekî di baweriya her ayin û milletekî da hatî. Lê wekî diyar hemî rojêd Ezdiyan ên xêr û ferz di cih digrin li dem û wextê xwe di sala êkê, ji meha Kanûna Êkê bi hejmara Rojhilatî her sal dibin rojêd me Ezdiyan.
Lê ji ber pîrozî û girêngiya rojê ku di baweriya Ezdiyan da rojgirtin ferzeka ji ferzêd têriqetê ye, ku rêbaza Ezdinatiyê ye û mirovê Êzidî di jiyana xwe da pêyrewî dike û bi vê rêbazê wekî Êzidiyekî tê nasîn, dê bînî Êzidî berê rojêd Êzî bi çil rojî wesa dê xelkê me radgire rojya taybet li hêvara rojê Çarşembûyê bi rojî dibin ku her kesek jimara rojê digre zêdebar ji rojêd Êzî bi rojî dibin heta rojêd Êzî tên û dibin cejn.
Ev rengê rojgirtin di navê Ola me Ezdiyan da heye, ev rojê bo xas û bab çakêd Êzidiya, evêd bo Xudê Teala xwe şkandine û bi şev û rojê perweste Xudê Teala bin, tên girtin. Ev kesêd rojgir jî hindek ji wan hêvî û mirazêd dixwazin ên ku nexweş in, hêviya ji Xudê dixwazin bo dayê û bav, bê zarokî, bo rizqî, bo tenayiyê û silamtiyê û dûrketin ji qeda û belayê. Hêvî û umêdêd xwe bi rêka van rojêd ji Xudê Teala dixwazin bigêhên mirazêd xwe.
Her çiqas di baweriya me Ezdiyan da rojgirtin bo Xudê ye, ev çend jî wê yekê diyar dike ku Xudê mezin û pak û dilovan mirov ji hemî xulîqatê xwe bêtir xwestiye û hez jêkiriye, lewra ev keremê digel kiriye. Divêt mirov jî her dem hizra karêd baş bike mina duaya û rojgirtinê û xêrxwaziyê. Ji ber vê çendê Êzidî bêtir ji her ayin û milletekî heye li cîhanê rojê digrin, lê wek ferz (3) rojêd Êzî ne bo Xudê mezin û dilovan tên girtin, belê wek xêr gelek rojî di navê Ezdinatiyê da hene.
Her bo zanîn nêzîkî (100) rojî kesêd ulî, wçlegir û dîndar û civata rûhanî û her Êzidiyekî bivêt bi rojî dibin, bilî rojêd Êzî û ev rojêd berî rojêd Êzî evêd dibêjin xêrin ku bêtiriya Ezdiyan bi rojî dibin. Diviya bi zanîn salê nêzîkî 100 sed rojî Êzidî bi rojî dibin, ew jî bi vî rengî li xwarê Êzidî rojêd wan digrin:
1- Li Çilê Zivistanê Êzidî wek çlegir û civata rûhanî û kesên aynî û her kesekî bivêt (40) çil rojî bi rojî dibin, dibêjinê rojêd Çilê Zivistanê.
2- Li Çilê Havînê Êzidî wek çlegir û civata rûhanî û kesên aynî û her kesekî bivêt (40) çil rojî bi rojî dibin, dibêjinê rojêd Çilê Havînê.
3- Her wesa (3) sê rojêd din hene: yek ji bo Xudanê, yek ji bo Şêxê xwe û yek ji bo Pîrê xwe. Her Êzidiyekî heye divêt van her sê rojêd xwe bigire.
4- Rojêd Xidir û Elyas, bêtiriya Êzdiyan van her (3) sê rojêd Nebî Xidir û Elyas bi rojî dibin û roja çarê dikin cejn.
5- Rojêd Şêşmis ku di baweriya Êzdiyan da mehrefa, Êzidiyêd li welêtê Xaltiyê û yêd niha li Şingalê û welêtê Şêx û her cihekî hene di gel rêjeka zor ji Êzdiyan (3) rojêd şêşmis bi rojî dibin, li îniyê berî rojêd Êzî.
6- Rojêd Batizmê, çendîn mîrîdêd Pîr Alî û Çîlkan (3) rojêd xwe bi rojî dibin piştî rojêd Êzî û rê û resimêd taybet hene bi van rojêd.
7- Rêjeka zor ji Êzdiyan her kes jimara rojêd xwe bi rojî dibin berî rojêd Êzî wek xêr ji bo Xudê Teala.
8- Her bo zanîn di navê civakê Êzidiyan da hene hindek Şikestî û Oldar û kesên aynî serta serî salê hemî rojêd Çarşembûyê bi rojî dibin di gel Çilê Havînê û Çilê Zivistanê.
Dîsa tiştê herî baş di Êzidiatiyê da cuda ji ayin û olêd din, erkê olî hindek jê vavartine wek rojî girtin. Divêt her mirovekî Êzidî sê rojêd Êzî ji bo Xudê Teala bi rojî bin. Ev ferzeka ji ferzêd têrîqetê ye. Lê Çilê Havînê û Çilê Zivistanê ferzin li ser çlegir û civata rûhanî û Şikestiyêd mala Şêxadî. Rojêd din hemî xêrin.
Her bo zanîn, hemî rojgirtin bi yek sîstem tên girtin, yêd xêr û yêd ferz piştî nîvê şevê, paşîvê dixwin û di gel tarî Gewrekê dibe devgirtin. Devgirtin jî eve: Nabît mirov tiştekî bixwe û vexwe û divêt xwe ji hemû peyivêd xerab û gunehê û beşdariya xerab dûr bixe. Hêviyarî berî rojava rojgir dest û çavêd xwe dişon û xwe pak û temîz dikin û ber bi rojava ve perweste Xudê dibin û duaya hêviyarî dikin. Piştî rojava dibe fitarê, rojgir bi destûrê Xudê fitarê dikin.