Min berê jî gotiye, „ÊZDIYATÎ HAVEYNÊ MIROVATIYA MEZOPOTAMIYA YÊ Û BI TAYBETÎ JÎ XIZNA NASNAMA GELÊN KURD E „*1 û 1a
Ez niha dîsa dibêjim, hemû stûn, peykerên heywanan û rolyefên baweriya mirovahî û zanîna astronomiyê ku, di şûnwarê dîrokî yê li peresgeha Girê Miraza-Xirbereşk(Göbekli Tepe), di nav herêma bakurê Kurdistanê nêzî bajarê Riha-Şanliurfayê hatine dîtin de, îro jî di nav ilim û qewlên baweriya me Êzdiyan de zindî têhne parastin .
Mînak :
1 Afîrandina dinyayê
Li gorî „qewlê mehan“ de dibêje:
„Ji qewlî Fexrî zergûna,
here bi herf e û ye bi nasîn e
Roja binyata vê dinya yê danîne,
ew roj bi xwe kanûne.“-qedim-
Di vir de zelaldibe ku, meyandina dinya yê di vê meha kanûn„qedim“-12- de ye û serê sala Êzdîtiyê di destpêka meha kanûn „tex“ -1- de destpêdike.
Dîsa di „qewlê zebûnî meksûr“ de dêje:
„Piştî çil hezar sal bi jimare
Heta Laliş ji jor ne di hate xware
Erdê bi xwera negirtiye hêjare
Dema ku Laliş dihate
Pê şîndibû çend û nebate
Bi xwe ra zeyînandiye kinyate“ *2
2 Roj , roj vêga hêjî weke wê demê berê diha –qibla Êzdiya ye.
„Jandila Beyt’a Şêşims
1 Wê kim ȓo hil têye,
2 Manga zere pêye,
3 Şêxşims dîwanbegê Xwedêye.
1 Wê kim, ȓo hilate,
2 Mizgîna welate,
3 Destê Şêxşims daye p’ira doje Selate.
1 Wê kim, hiltê ȓoje,
2 Şêxê nûrî bişkoje,
3 Destê Şêxşims daye p’ira Selat û doje.
1 Wê kim, hiltê șemse,
2 Me wê nediye t’u k’ese,
3 Weke bave, weke pise,
4 Sinetxane nav dik’irê Şêxşims xalise.“*3
Û berdewam*3
Diha serê sibê, êvarê û hwd….*1
4 Salnameya Êzdiyatiyê li ber ezmannasîna sitêrkan hatiye sazkirin û ew vêga hêjî di ilmê Êzdiyatiyê de zindî ye
„Sitêrkên Pêrû(12 stêrk her 12 mehên salên diyardikin) hersal di 25 gulanê(s.şerqî) de weke komeke stêrka dertê ezman û jê pêve di her şevê de dertên, heta êvara sêşema berî îda Êzî hêja diçe ava …..
Stêrka bi şiklê Terazû yê hersal di 25 hezizaranê de dertê ser ezmana û jê pêve di her şevê de dertên, heta êvara çarşemê berî îda Êzî hêja diçe ava …..
Stêrka Qorix(sitêrka berê sibê – karwan kuj, hersal di 25 tîrmehê de dertê ser ezmana û jê pêve di her şevê de dertên heta pênçşema êvara îda Êzî hêja diçe ava …..
Roja îdê êvarê her sê sitêrk, êdî heta destpêka werz- demsala Havîna sala nû dernakevin û cardinê derketina wan li jorê diyare“ *4