سیما تیڤی

Bingehê Laliş salvegera damezrandina kanalê Kurdistan TV pîroz dike

Bi helkefta derbazbûna 26 salan li ser damezrandina Televizyona Kurdistan TV, ciwantirîn pîrozbahiyan arasteyî serok û kargêr û karmendên Kurdistan TV dikin, yê ku bûye êkemin televizyona asmanî ya fermî li seranserî Kurdistanê û bi rêka vî kanalî netewa Kurd dengê xwe gehandiye sertaserî cîhanê.

Kurdistan TV eve bîst û şeş sale têkoşîna xwe berdewam diket û her ji destpêkê bi dilsozî û bi dirustî û şarezayî karê xwe bi cih înaye û bûye pira peywendiyan di navbera xelkê Kurdistanê li hindur û derve û sîmayê geş yê miletê me bi cîhanê daye nasîn.

Em weku Êzidî ji aliyê civakî û olî ve her ji despêka damezrandinê heta noke piştdar bûyne di weşana vê televizyonê da û îro jî li bin çavdêriya bingehê Laliş bi rêya bernamê Sema hemû bawerî û hizrên Êzidiyan bi zimanekî akademî belav dikin.

Hêvîdarin bi vî rengê neteweyî û welatparêzî di xizmeta gehandina peyama dirust û rast û pêkvejiyana herêma Kurdistanê da di berdewam bin, hêviya serkeftin û berdewamiyê bo we dixwazin û careka dî pîroz bit ev salvegere.

Desteya bilinda bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî/Dihok 16/1/2025

><