سیما تیڤی

Li Bingehê Laliş “astengên Jinên Êzîdî” hatin gotûbêjkirin

Navenda nûçeyan – sema
Êvareke Pêncşemê, 5-12-2024, Bingehê Laliş yê Rewşenbîrî û Civakî li Dihokê , gotûbêjeke vekirî li ser “Jiyana Jinên Êzîdî û Astengên Wan” ji bo parêzer Suzan Xudêda li dar xist.

Di çarçoveya kampanyaya 16 rojî ya dijî tundîtiyê li dijî jinan û bi beşdariya akademîsyen, rewşenbîr û keçan, gotûbêj li ser astengên jinên êzîdî hate lidarxistin.

Parêzer Suzan Xudêda ronahî xist ser astengên alingaryên jinên êzîdî, diyar kir ku jiyana dirêj a koçberiyê bandoreke neyrînî li rewşa madî û manewî kiriye.

Herwiha eşkere kir ku jin ji ber sedemên nihrênîy yên civakî gelek caran nikarin mafên xwe bi dest bixin.
Wê herwiha behsa zewacên zû û bi zorê kir ku dibin sedema astengên jinan û beşek mezin ji van zewacên wan bi cudabûnê bi dawî dibin.

Parêzer îşaret da ku rewşa niha ya jinan baştir bûye û divê wan rolên xwe yên civakî baştir bikin da ku astengên berdevamî ji holê rakin.

Derî ji gotûbêjê re hat vekirin û hemî pirsyar û nerînên beşdaran hatin bersivdan.

Her pêncşemekê, bingehê laliş li Dihokê gotûbêjeke vekirî ji bo rewşenbîrên êzîdî li ser mijareke girîng li dar dixe.

Di vê çalakiyê de, pirsgirêkên rojane yên êzîdiyan tên nîqaşkirin da ku çareserî ji bo pêşerojê bên dîtin.

 

><