سیما تیڤی

Nivîsîngeha Laliş mehetê rê û resmên îmzakirnê ji bo sê pirtûka sazkir.

Sema:

Nivîsîngeha Laliş mehetê rê û resmên îmzakirnê ji bo sê pirtûka sazkir, ku ew pirtûk yên sê nivîskarên Êzidî bûn û li dor pîroziyên Êzdiyan hatibûn berhevkirin.

Bi berheviya ( Seîd cirdo) serokê navenda Laliş û hijmareka kesayetî û rewşenbîrên deverê, rê û resmên xelat kirnê  hatine bi rêve birin.

Seîd cirdo, serokê navenda Laliş peiyvek pêş kêş kir û bi dirêjahî bas li girngiya nivîsandinê û hoşiyarya  rewşenbîrî, berhevkirin û weşandina van pirtûkan kir û herweha ji aliyê xweve dest xweşî li ked û xebata nivîskara kir.

û li dawiyê her yek ji nivîskara Hacî elo, samî heyder û nikwar selam bas li naveroka pirtûkên xwe kirin û ji aliyê nivîsîngeha Laliş ve rêz li wan hate girtin.

 

 

><