سیما تیڤی

KEMAL TOLAN: CARDIN NIRXANDINA DÎROKÎ Û FERMANÊN ÊZDIYAN DI PIRTÛKA WASFÎ AK DE

Sema
Lêkolîn, Pêşgotin û Nirxandina Kemal Tolan
(Li ser Pirtûka Wasfî Xana Êzdî Hekarî – ISBN: 978-625-8255-40-9)
1. Pêşek û Sedema Nivîsandina Vê Nirxandinê
Wexta ku min pirtûka nivîskarê hêja, kekê min ê rêzdar Wasfî Xana Êzdî Hekarî ya bi navê «JI SERDEMA DÎROKÊ HETA ROJA ME, 174 FERMANÊRÎŞÊN LI SER BAWERIYA EZDAYλ (Ankara: Sitav Yayınevi, 2024, ISBN: 9786258255409) xwend û min Pêşgotina wê nivîsî, min dît ku ev berhem ji bo dîroka me a kevnar xezîneyeke zêrîn e. Min berê jî nêrînên xwe li ser vê pirtûkê parve kiribûn, lê ji ber ku ev berhem ji bo doza hebûn û berxwedana gelê me gelekî girîng e, ez cardin hewce dibînim ku bi kûrahî nêrîn û nirxandinên xwe raberî gelê me û raya giştî bikim.
Di Pêşgotina ku min ji bo vê pirtûkê nivîsandiye de, min bal kişand ser xaleke pir pîroz: armanca me a bingehîn ew e ku nifşên nû bawerî, çand, erdnîgarî û neteweya xwe nas bikin. Min di xebatên xwe yên salan de her tim gotiye û ez dîsa dubare dikim; gava civakek koka xwe ya dîrokî nas neke û xwedî li mîrateya bav û kalan dernekeve, ew nikare pêşerojeke azad û serbilind ava bike.
2. Felsefeya Xwedênasînê û 4 Hêmanên Pîroz di Ilmê Me de
Di ilm û bîra Êzdayetiyê de, wekî ku min di lêkolînên xwe de xêz kiriye, her tişt ji hewar û nûra Xwedayî hatiye afirandin. Di teolojiya me a kevnar de 4 hêmanên pîroz ên xwezayê—Ax, Av, Ba/Hewa û Agir/Nûr (Roj)—hîmê jiyanê ne. Wêneyê rojê ji sedsalên kevnar heta roja me li ser dergehên perestgehên me û li ser kêliyên tirban hatiye cih kirin.
Ez bawermendekî Êzdî me ku ez bi hilatin û avabûna rojê pesn û senayê ji Xwedê re dikim. Bawermendên Êzdî bi du’a-du’yên rojê berî her tiştî ji bo selametî û aştîya 72 miletan du’a dikin.
Kolandinên ku li Şkefta Şanedarê ya li Başûrê Kurdistanê hatine kirin jî nîşan didin ku koka vê baweriya mirovahiyê vedigere bi hezaran sal beriya zayînê. Min di lêkolînên xwe de hevrêziya peyvên Xorr (spî, biriqîn) û Mîthra (Xwedayê edalet û ronahiyê) di nav felsefeya me de ronî kiriye.
3. Zincîra 174 Fermanan û Bîra Berxwedanê
Pirtûka kekê Wasfî Ak û xebatên min ên arşîvî nîşan didin ku dîroka Êzdiyan tenê ‘dîroka fermanan’ nîne; ew dîroka berxwedan, xweparastin û parastina rûmetê ye. Fermanên dîrokî ji serdemên împaratoriyên kevnar heta îro zincîreke berdewam in:
• Serdemên Kevnar: Sûmer, Gûtî, Xorrî, Mîtanî, Qasidî û Asûrî ku ji serdemên kevnar de êrîş anîne ser çiyayên me.
• Fermanên Emevî û Abasiyan: Êrîşên sala 639an li Cezîrê, komkujiyên Raşîd bin Harûn ên di sedsala 8an de li çiyayên Dasinî, û Taca Rûmetê ya Mîr Caferê Dasinî (838–840 PZ) di dema Mûtesim û Îtax de.
• Tifaqa Heft Mîrgehan (1250–1260): Tifaqa mezin a her heft mîrgehên Êzdiyan di bin zîrekiya Şêx Hesen de û berxwedana Melik Şerfedîn a li dijî Hûlagû Xan û Bedredîn Lûlû.
• Fermanêrîşên Sefewî û Osmaniyan: Fermana Şah Îsmaîlê Sefewî (1507), fermanêrîşa 1570an li ser Welatê Xaltan (7 êrîş di 3 salan de ji aliyê Ebû Suûd El Aradî ve), fermanên Melik Ehmed Paşa (1637), Nadir Şah (1743), Mîrê Kor (1832), Hafiz Paşa (1837–1838 bi beşdariya Helmuth von Moltke), Bedirxan Beg (1840–1847), û Alayên Hemîdiyê û Omer Wehbî Paşa (1892 bi sirgûna Mîr Elî Beg II û Meyan Xatûnê).
• Fermana 74an a Şengalê (2014): Jenosîda sedsala 21an ku di 3ê Tebaxa 2014an de ji aliyê çekdarên hov ên DAIŞê ve hate kirin, lê berxwedan û daxwaza me a edaletê tu carî naqede.
4. Berawirdkirina Hekarî û Şengalê, Hoz û Binemalan
Di berhema kekê Wasfî Ak de, lêkolîneke hêja li ser berawirdkirina hoz, berek, tîre û binemalên Hekarê û Şengalê hatî meşandin. Tê de koka Pîrên Çelê, Dîroka Xana Êzdî Hekarî (‘Xana sê gundan’), Pîrên Xana Êzdî, û kevneşopên binemala Çolî Begê Dasinî yên li Hekariya Jorîn bi detay hatine ravekirin.
Cîhwarên dîrokî yên wekî Xilwetxaneya Medan, Gundê Sêavê (Mizgeft), û Hefte Aşên Xana Êzdî (bi taybetî Aşê Sîdoyê Xanî) îspat dikin ku ev herêm ji kevin de navenda ruhanî û çandî ya Êzdiyatiyê bûye. Malbata fîlozofê mezin Ehmedê Xanî jî ji vê koka şêxatiya Êzdiyatiyê (Şêx Elyas / Şêx Hesnan) şîn bûye.
5. Serdanên Komelgehan û Rêwîtiya Mirovahiyê
Pirtûka kekê Wasfî Ak behsa serdanên komelgehên koçberên jenosîdê jî dike; bi taybetî serdana Mala Êtîman a Komelgeha Şaryan û helbesta ku wî diyarî zarokên Êzdî yên êtîm kiriye. Her wiha serdana hunermend Xelef Şingarî, gera Êzidxana Azad a Gurcistan û Ermenîstanê, û berhevkirina serpêhatiya Hesinê Şeref Hewêrî nirxeke zêrîn tevlî vê berhemê kirine.
6. Encam û Bangawaziya Min ji bo Pêşerojê
Ez dîsa ji dil spasiya nivîskarê hêja, kekê Wasfî Ak dikim ji bo vê ked û emeka wî a giranbiha. Wekî ku min di pêşgotina pirtûkê de jî anî ziman, ev xebat amûreke ronahiyê ye ji bo nifşên pêşerojê. Ez bi pênûsa xwe û bi hemû hebûna xwe vê banga zêrîn dikim:
«Ev ked û emeka hevgirtî ji bo nifşê pêşerojê ye da ku ol, çand û neteweya xwe nas bikin. Nifşê pêşerojê dê bi xwe biryarê bide û bi serbilindî bibêje: Êzdiyan Kurdistan parastiye, em Êzdî û Kurd in!»
— Kemal Tolan, Nivîskar û Lêkolînerê Êzdiyatiyê

><