سیما تیڤی

Rizgarbûyên Êzdî dê mînheya meha 10 ya serokwezîran Mesrûr Barzanî wergirin

Sema

li heftiya bêt zêdetirî sê hezar rizgarbûyên Êzdî dê mînheya meha 10 ya serok wezîran Mesrûr Barzanî wergirin.

Duşembûyê 14ê tişrîna êkê 2024ê, Îman Ebdulla, rêvebera projê mînheya darayî bo Sema got: Berdewamîdan li ser dabeşkirina mînheya serokwezîran Mesrûr Barzanî, li heftiya bêt rizgarbûyên Êzdî dê mînheya meha 10 wergirin.

Zêdetir got: Mînheya darayî mehane dê li ser rizgarbûyên Êzdî ête dabeşkirin û sê hezar û 575 rizgarbûyî ji herdu regezan dê mfadar bin.

Rêvebera projê mînheya darayî, amaje bi wê çendê da, lînkek bo rizgarbûyên li derveyî welatî jî hatiye karakirin û bi rêka wî lînkî dê formên xwe pêşkêşken û hemû dê mînheyê wergirin.

><