سیما تیڤی

Hewa sê yê ya çandina daran li Şingalê dest pê kir

Adar 29, 2026 Navenda Nûçeyan – Sema

Di berdewamiya kar û çalakiyaên xwe yên jîngehparêziyê da, Grûpê Xilmetkarên Xatûna Fexra, hewa sêyê ya çandina daran li devera Bîraxay li bakurê çiyayê Şingalê encam da.

Bi goreyî ragehandna Grûpê Xilmetkarên Xatûna Fexra, divê hewê da pitir ji 80 daran li ber mezargehê Kiçik Laliş hatine çandin, armanc ji vê pêngavê peydakirna sîberê ye bo ziyaretkerên mezargehî û hevdem juankirina jîngeh û sîmayê giştî yê wê deverê ye.

Herwisa diyar kir: “Parastin û girngîpêdan bi çiyayê Şingalê, erkekê pîroz û nîştîmanî ye. Ev çiyaye xudan bihayekê bilindê olî û mêjûyî ye û pişkeka girng e ji kelepurê me yê resen, lewma parastina jîngeha wî bi erkekê berdewam dibînin.”

Ciyê amajê ye ku eve ne cara êkê ye ev grûpe hewa çandina daran li deverên cuda yên Şingalê radgehînt, bi merema zêdekirna rêjeya keskatiyê û xizmetkirna mezargehên pîroz.

><