Harîkariya darayî ya (Mesrûr Barzanî) bo rizgarbûyan dê bêtە dabeş kirin
Navenda Nûçeyan
Lijneya serperişt ya harîkariya darayî ya rêzdar (Mesrûr Barzanî) serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, taybet bo (Sema) ragehand: Pareyê pêdvî hatiye dabîn kirin û berhevî dest pê kirine vê heftiyê mînheya darayî ya rizgarbûyên destê DAÎŞ dê bêtە dabeş kirin. Herwesa got: Mînheya darayî dê berdewam bit û bêyî cudahî hemû rizgarbûyên êzdî yên ji destê DAÎŞ hatine rizgar kirin dê vegirt, ku jimara wan (3590) rizgarbûyine ji herdu regezan.
Ev mînheya darayî ya serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bi sîstemekê rêkupêk û bi awayê mehane bi rêya (Bingeha Laliş ya Rewşenbîrî û Civakî) dê bêtە dabeş kirin û prose ji aliyê nivîsingeha taybet ya rêzdar (Mesrûr Barzanî) ve bi şêweyekê rasterast û berdewam diêtە çavdêrî kirin.