سیما تیڤی

Mezargehê Şêşims li Peristgeha Laliş hate nûjenkirin

Sema

îro êk şembûyê 15ê îlona 2024ê, bi amadebûna Mîr Hazim Tehsîn Beg, mîrê Êzdiyan û babê şêx û civata ruhanî û komeka kesayetîyên ayînî û civakî, rêûresmên nûjenkirina mezargehê Şêşims bi rêveçûn.

Li peristgeha pîroza Laliş, rêûresmeka taybet bo vekirina mezargehê Şêşims hatekirn ew jî piştî nûjenkirneka berfireh têda hatîye encam dan.

Luqman Silêman, berpirsê nivîsîngeha peristgeha Laliş bo Sema diyarkir, bi serperştîya şarezayên taybet mawê du salane kar li ser nûjenkirina mezargehê Şêşims tête kirin, yek ji taybetmendîyên serekî yên nûjenkirnê, bikarînana kevrane raman jî dibte egerê parastina gîyanê cihî û herwesa zêdetir resenayetîya wê dê ête parastin.

Navhatî xuya jî kir, li dawîya rêûresman dua û diruzên taybet hatne xwandin û Mîr û civata rûhanî ya Êzdiyan sipasîya hemû kesên xizmet di nûjenkirnê da kirî kir.

Li peristgeha pîroza Laliş mezargeh û nîşangeh berdewam ji layê xêrxwazan ve dêne nûjenkirin û nûkirin.

Êzdî rojane peristgeha Laliş dikin û li xas û çakên xwe ziyaretî dibin û hêvî û duayan dixwazin.

><