سیما تیڤی

“Êşa wan tawanên ku li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin nayê jibîra kirin.”

Peyama Serok Barzanî ji bo Salvegera Bombebarana Kîmyayî ya Balîsan, Şêx Sanan û Geliyê Xoşnavtî

Bi Navê Xwedayê Mezin, Dilovan

Di 16ê Nîsana 1987an de, rejîma berê a Iraqê bi bombebarankirina deverên Balîsan, Şêx Sanan û Geliyê Xoşnavetî bi çekên kîmyewî, sûcek din li dijî gelê Kurd kir. Ev sûc bû sedema şehîdbûn û birîndarbûna hejmareke mezin ji sivîlên bêguneh li wan deveran. Ev sûc destpêka kampanyayên hedefgirtina sivîlan bi çekên kîmyewî û berdewamiya siyaseta qirkirinê li dijî gelê me nîşan da. Bi vê sûcî têr nebû, rejîmê paşê bi dehan qurbaniyên vê karesatê girtin û bi awayekî barbarî zindî veşartin.

Di salvegera sî û nehemîn a vê sûca nemirovane de, em silavê li giyanê şehîdên vê karesatê dikin û hevxemiya xwe bi malbat û hezkiriyên wan re diyar dikin. Em ê qet bîranîna êşdar a vê sûc û hemî trajediyên ku bi serê gelê Kurdistanê de hatine ji bîr nekin, û ew ê her û her di bîra me de bimînin.

Mesûd Barzani
16ê Nîsana 2026an

><