سیما تیڤی

90% Pirojê Kaniya Dêrebûnê bi dawî hatiye

Navenda Nûçeyan – Sema
Karkirin li ser projê geştiyara ayînî yê nûjenkirina Kaniya Dêrebûnê berdewame û gehştiye qonaxên dawiyê.

Ebdula Reşîd, serpereştê projê nûjenkirina Kaniya Dêrebûnê ragehand: Ev proje yê geştiyariye û ji 20 xaniyên seferî û çend xizmetgozariyên dîtir pêkdêt, nuke 90% proje bi dawî hatiye.

Serpereştê projê nûjenkirina Kaniya Dêrebûnê gotjî: Proje dqonaxa bicihînanê daye û l demekê nêzîk dê kefte dxizmeta xelkê deverê da bo gêrana helkeftên ayînî.

Li jiêr çavdêriya Gohdar Şêxo, serpereştiyarê îdara serbexoya Zaxo berê binyatê projên nûjenkirina Kaniya Dêrebûnê, hola Laliş l Dêrebûnê û dêra Margorgîs l Pêşaburê hate danan.

Mezargehê Evdê Reş êk j mezargehên pîrozên Êzdiyane, salane b beşdariya b sedan xelkî rêwresmên tuafa wî dêne gêran.

><