Sema
di rojeka weko îro da çar tirombêlên mînrêjkirî li nahiya Gir’ezêr û komelgeha Siba Şêx Xidrê û li Şingalê hatine peqandin, d’encamda zêdetirî hezar welatiyên sîvîl û bê guneh yên Êzidî hatine şehîdkirin û birîndarkirin.
Li êvariya roja 14ê tebaxa 2007ê, terorîstan çar tirombêlên mînrêjkirî d’nava welatiyên bê guneh da li komelgeha Siba Şêxdir û nahiya Gir’ezêr li Şingalê peqandin, li demlidest (314) kes hatine şehîdkirin û pitirî (700) kesan birîndar bûn û (45) kes jî d’bê seruşûn in, nêzîkî hezar xaniyên welatiyan hatine xrabkirin.
17 sal li ser karesatê da derbaz dibin û salane li Şingal û ji demê awarebûnê xelkê Şingal li kempan û ji derveyî kempan da ev bîrewerî bi çendîn çalakiyan d’êne li bîranîn, wek rêzgirtin li ser giyanê qurbaniyan.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê her (314) kes bi şehîd hejmarkirin û kesên birîndar jî hemû li nexweşxaneyên Duhokê hatine çareserkirin, hêzên hevpeymanan beşekê birîndaran bo çareseriyê rewaneyî derveyî welatî kirin.