Navenda Nuçeyan – Sema
Roja Çarşemme 4ê Kanûna Yekê 2024 li Selaheddîn, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî ji birêz Ebdullah Metər Elmazruî Balîozê Nûyê Îmaratê li Îraqê kir.
Li dîdarêkê de Balîozê Nûyê Îmaratê li Îraqê şadmaniya xwe bi serdana bo Herêma Kurdistanê û dîdarê ligel Serok Barzanî derbirî û silava taybeta Şêx Mihemed bin Zayid El Nehyan Serokê Dewleta Îmaratê Yekgirtî ya Erebî bi Serok Barzanî gihîşt. Herweha sitayişa gelê Kurdistanê û hikûmet û dezgehên Herêmê kir ji bo desteberkirin û serkeftinê û têkoşanê bo bûjandiwê û avakirinê.
Ji alyê xwe ve Serok Barzanî bi germî pêşwaziya Balîozê Îmaratê li Îraqê kir û hêviya serkeftinê ji re xwest, Serok Barzanî aqilmendî û endîşeya serkirdayetiya Îmaratê ji bo avakirin û pêşdebirina welêt bi nimûneyî pênase kir û herweha careke din li ser dostaniyê û nêzîkbûnê di navbera gelê Kurdistanê û gelê Îmaratê de sekinî û xwaziyarê wê bû ku têkilî û dostanî di navbera her du aliyan de bêtir kûr û fireh bibe.