سیما تیڤی

Çarde sal li ser damezrandina Nivisîngeha Lalish Êsîa derbaz dibin

Sema

êvarîya roja înîyê 9ê tebaxa 2024ê, çardemîn salvegera damezrandina Nivisîngeha Lalish Êsîa bi çend çalakîyan hate saxkirin.

Bi amadebûna “Salih Heyder” berprisê liqê 20 Şêxan yê Partî û “Seîd Cirdo” serokê desteya bilinda bingehê Lalish û komeka kesayetî û rewşenbîrên deverê, rêûresmên salvegera damezrandina Nivisîngeha Lalish Êsîa bi rêveçûn.

Di bernamê çalakîyê da semînarek bo Seîd Cirdo, serokê bingehê Lalish li dor pêşhat û rewşa îro bi giştî, rolê bingehê Lalish l xurtkirina bızava rewşenbîrî de hate gêran.

Di birgeyeka dîtir da qutabîyên serkeftî lı zankoyên hatıne xelatkirın.

Nıvisîngeha Lalish Êsîa li sala 2010ê hatîye damezrandin û ta noke sê kongre encamdayne.
Herwesa bi dehan bizav û çalakîyên rewşenbîrî, semînar, workshop û xol bo genc û lawan ji herdu regezan sazkirîne.

Êk ji armancên nıvisîngehê piştevani û xizmetkirina qutabîyan bûye, wek nerîtekê salane qutabîyên serkeftî lı qonaxên cudayên xwandinê xelat diket.

   

><