Sema:
Endamê komîta pêdaçûna pirogramê Êzdiyatyê diyar kir, Îro Mamostaiyên mijara Êzdiyatyê li Dibstana mijara pêşkêşdikin û pêdvî bi şarezaî û zaniyaryên zêdetirin li dor ola Êzdiyan, Ji bo ku bitir Êzdiyatî bigehînin xwendekaran li asta yekê heta diwazdê amadeiy.
Şemo qasim, Yek ji endamên komîta pêdaçûna pirogramê Êzdiyatyê li navenda Laliş ji bo ( Sema) di bêje: Li sala 2023 careka din biryar hat dan pêdaçûn li dor pirogramê Êzdiyatyê her ji asta yekem û heta asta diwazdê amadeiy bête kirin û raste rast kirin û di niha de kar li ser pêdaçûna babetan di ête kirin û li her Dibstaneka zêdetir ji 25% Êzdî bin pirtûka Êzdiyatî di ête xwendîn û li her dû qonaxên bineret û amadeiy heta niha berdewam e.
Derbarey çewanya gotina babetê Êzdiyatyê li Dibstana ji aliyê Mamostayan ve, Şemo qasim diyar kir: Baştirîn rê ewe Mamostaiyê mijara Êzdiyatî ji bo xwendekaran di bêjin xwe baş berhev bike berî here polê de ku ewjî hinek pirtûka li dor Êzdiyatyê bixwîne û lêgeriyanê li malperan bike da ku zêdetir zaniyaryan bi dest ve bîne û bi şêwekî baştir mijarê bigehîne xwendekaran, Herweha şêwazekî nû me xiste nav pirogram de ew e li her waneka Êzdiyatyê de 10 xolek werin terxan kirin di navbera xwendekar û Mamosta de ji bo pirsiyaran û nîqaş di navbera wan de were kirin ji bo ku xwendekar jî beşdaryê bikin.
Endamê komîta pêdaçûna pirogram amaje bi wê çendê da Mamostaiyên mijara Êzdiyatyê pêşkêş dikin pêdvî bi zaniyarya ne û a girng e me pisporên warê Êzdiyatyê hebin û pêşniyaza vekirna beşekî yan peymangeheka pêzanînên Êzdiyatyê ser bi Zanîngeha Dihok yan her Zanîngeheka di be dikin, Taybet ji bo derçûna hinek Mamostaiyên taybetmend û şareza di Êzdiyatyê de.
Şemo qasim ew yek jî diyar kir: Biryara destnîşankirna Mamostaiyên mijara Êzdiyatyê ji aliyê rêveberên Dibstana bi xwe jî divê helbijartineka serkeftî be û me pê başe ku perwerde li bihnvedana werzê havînê de xolan ji bo Mamostaiyên mijara Êzdiyatyê veke ji bo ku sala nû a xwandinê zêdetir berhev bibin.