Îro şembûyê, 5ê tişrîna êkê 2024, Serôk Barzanî di peyamekê da bi helkefta cejnî cemayê, peyameka pîrozbahiyê arasteyi Êzdiyan kir û têda bi pêdvî zaniye hemû ew asteng û egere nemînin ku rêgirin li ber asaybûna jîyana Êzdîyan û bi taybet li devera Şingalê.
Deqê peyama Serôk Barzanî:
Binavê Xudê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna (Cemayê) ya xuşk û brayên Êzdî pîrozbahiyê li Mîrê Êzdiyan û Baba Şêx û Civata Rohanî û tevaya xuşk û brayên Êzdî li Kurdistanê û hemû cîhanê dikem. Birîn û azarêt xuşk û brayên Êzdî, birîn û azara hemî Kurdistaniyane û di xem û xoşiyada hevpişkin.
Pêdvî ye hemû ew asteng û hokar nemînin ku rêgirin li ber asayî bûna jîyana Êzdîyan û bitaybet li devera Şingal.
Her bi vê helkeftê tekezê li bihêzkirina ferhengê pêkvejiyanê li Kurdistanê dikem û hîvîdarim xuşk û brayên me yên Êzdî cejn û helkeftên xo bi aramî û dilxoşî bigêrin. Cejna hewe pîroz û bimînin bixêr û xoşî.
Mesûd Barzanî
5ê Tişrîna Êkê 2024