سیما تیڤی

Babeşêx: Ev êrîş ne tenê li dijî Serok Nêçîrvan Barzanî ye, belku li dijî asayîşa gelê Kurdistanê ye.

Semahata Babeşêx bi tundi îdana kirna armanc ya mala cenabê serok Nêçîrvan Barzanî diket

Navenda Nûçeyan – SAMA

Semahata Babeşêx, Şêx Elî Şêx Ilyas, dilgeraniya xwe û îdanekirineka tund diyar kir li dor kirna armanc ya mala cenabê serok Nêçîrvan Barzanî, û ev çende bi karekê metirsîdar wesif kir ku asayîş û seqamgiriya herêma Kurdistanê dikete armanc û gefe li ser aştiya civakî li tevaya deverê.

Semahatê wî teʼkîd kir ku ev hîrşe tinê ne li dijî kesayetiya serokî ye, belku destdirêjî ye bo ser asayîş û selanmetiya hemî takên gelê Kurdistanê. Herwesa diyar kir ku cenabê serok Nêçîrvan Barzanî bi helwîstên xwe yên aştiyane dihête nasîn, û berdewam hewlên wî bo bi hêzkirina lêktêgehiştinê û rolê wî yê diyar wek pira peywendiyê di navbera aliyên cuda yên Îraqî û deverê da hebûye.

Herwesa amaje bi wê çendê kir ku ev cure kare bizavên bêomêdane bo çandna fîtneyê û germkirina milmaniyan û têkdana wê seqamgiriya herêm têda dijît, û bi tundi hemî ew karên ku asayîşa giştî têk diden yan pêkvejiyanê têk diden ret kir.

Di dumahiya beyannama xwe da, Semahatê Babeşêx duaya kirin ku Xodê gelê Kurdistanê û Îraqê biparêzît, û nîmeta asayîş û aştiyê berdewam biket, û cenabê serok Nêçîrvan Barzanî ji hemî bela û nexweşiyan biparêzît.

Semahatê Babeşêx Şêx Elî Şêx Ilyas

29 / 3 / 2026

><