سیما تیڤی

Serokê Hikumeta Herêmê piştgîrya xwe ji bo xwendekarên Şingal ragehand.

Sema:

Wezîrê Perwerd a Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, Bi piştevaniya Serokê Hikumetê (Mesrur Barzanî) Pişt gîrya darayî ji bo 810 xwendekarên Şingal hat kirin.

Îro, Roja yekşemê 30_6_2024ê, Dr. Alan heme seîd wezîrê perwerd a Hikumeta Herêma Kurdistanê di daxwyanyeka rojnamegerî de li Dihokê amaje bi wê çendê kir ku Mesrur Barzanî Serokê Hikumeta Herêmê Pişt gîriya darayî ji bo 810 xwendekarên Şingalê kir ku li Dihokê ezmunên xwe ên dawiyê encam didin, Ku ji berî evê gera Hikumetê ev Pişt gîryî nebû û herweha li serdema vaîrosa corona jî cihê manê ji bo xwendekara di hate berhevkirin.

Dr. Alan heme seîd, Got jî Serokê Hikumetê biryar daye Îro yan sibê dirav dê bigeh e Rêveberya Giştî a Perwerdê li Dihokê û dê dest bi rêiyên belav kirnê werin kirinê.

Tê zanîn di niha de 810 xwendekarên Şingal ezmunên xwe ên nîştîmanî ên asta 12ê amadeyî li Dihokê encam didin û hemî pêdvyên wan hatine berdest kirin.

><