سیما تیڤی

Mesirûr Barzanî hatna cejna Qiyamê li kirîstiyanan pîroz diket

 

Navenda Nûçeyan – Sema

Mesirûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hatna cejna Qiyamê li kirîstiyanan pîroz diket û dupatî li ser pabendibûna Herêma Kurdistanê bo pitir bihêzkirna kiltûrê pêkvejiyanê û tebaîyê di navbera pêkhateyên cudayên Kurdistanê da kir. Îro êkşembûyê, 5-ê Nîsana 2026, Mesirûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê da, bi helkefta cejna Heysitaneve (Qiyamê) ya Hezretê Mesîhî (silavên Xodê li ser bin), gerimtrîn pîrozbahiyan arasteyî gişt kirîstiyanên Herêma Kurdistanê û Îraqê û cîhanê kir. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hîvî xiwast, ev cejne bibte egerê aştî û seqamgiriyê û bi dawî hatna şer û naxweşiyan li Kurdistanê û deverê da. Deqê peyama pîrozbahî ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi helkefta hatna cejna Qiyamê: Bi helkefta cejna Heysitaneve (Qiyamê) ya Hezretê Mesîhî (silavên Xodê li ser bin), gerimtrîn pîrozbahiyan arasteyî hemû kirîstiyanên Herêma Kurdistanê û Îraqê û cîhanê dikem. Hîvîdarim ev cejne bibte egerê aştî û seqamgiriyê û bi dawî hatna şer û naxweşiyan li Kurdistanê û deverê da. Di vê helkeftê da, dupatiyê li ser pabendibûna Herêma Kurdistanê bo pitir bihêzkirna kiltûrê pêkvejiyanê û tebaîyê di navbera pêkhateyên cudayên Kurdistanê da dikeyneve. Cejna we pîroz bit û her dem di xoşî û saxlemiyê da bin. Mesirûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
2026/4/5

><