سیما تیڤی

Parêzgarê Dihokê berê binyatî bo cutsaydê Nehdarê bo Baedrê dana

Navenda Nûçeyan – Sema
Di çarçovê ew girngiya hukumeta herêma Kurdistanê didete rêk pira û xoşkirina hatnûçûna welatîyan, îro 3-11-2025, Dr. Elî Teter, parêzgarê Dihokê berê binyatî bo projê çêkirina cutsaydê (nehdarê li Şêxan bo Baedrê) bi dirêjahîya 7.6 kîlometran û bi kujmê 15 mîlyar û 498mîlyon dinaran dana.

Bi amadebûna Salih Heyider, berpirsê liqê bîst yê Partî Dîmokratî Kurdistan û Serdar Yehya, deverdanê Şêxan û çend berpirsên îdarî û hizbî û xelkê deverê, rêûresmên danana berê binyatî bo projeyî bi rêveçûn.

Heji gotinê ye ew projên îro parêzgarê Dihokê vekirin û berê binyatî bo danain 9 projebûn û di biyavên cuda cuda dabûn, weko rêk û projên avê û karebê hemû li ser budca hukumeta herêma Kurdistanê bi kujmê 18 mîlyar û 675 mîlyon dinara dê kevne di xizmeta xelkê deverdanêya Şêxan da.

><