سیما تیڤی

Semînarek li dor Navên Êzdiyan bi rêve çû.

 

Sema:

Li kampa Êsiyan a Awareyên Şingal, Semînarek ji aliyê nivîsîngeha Laliş/ Çiya ve û bi berheviya Serokê desteya bilnd a navenda Laliş ( Seîd cirdo) û hinek mamosta û xwendekar û ciwanan, semînar ji bo lêkoler ( Xelo revî) hat lidarxistin, ku di semînarê de lêkoker bi berferehî bas li navên kevin ên Êzdiyan û karîgerya navên xerîb li ser Êzdiyan kir, û wesan ji bo ( Sema) Axivî:

Armanca me ew e Êzdî vegerin ser navê xwe ên kevnar û navên bab û kalên xwe li  zarokên xwe bikin ji ber ku ev nav dibine beşek ji dîroka me, Nasnama me û em bi van navan têne naskirin.

Û zêdetir got: Dema em navên stêrên cîhanî li zarokê xwe dikin û zimanê xwe bi guherin, Cil û bergê xwe bi guherin, Rêûresimên xwe bi guherin, Di wî demî de çi ramana mirov namîne, û mirov namîne Êzdî û bi parastina van nîşana xelik dikar e zêdetir me nas bike.

Li dawiyê jî got: Gelek a girng e xelkê me navên jîngeha xwe û çanda xwe li zarolên xwe bikin da ku em ji namenê werin parastin.

 

><