سیما تیڤی

Mîrê Êzdiyan: Pêdvî ye behayên xiwe yên olî û filklorî biparêzîn

 Navenda Nûçeyan – Sema

Mîr Hazim Tehsîn Beg, mîrê Êzdiyan li Kurdistan, Êraq û cîhanê û serokê Civata Civata Runahî / Civata Civakî ya Bilind ya Êzdiyan li gel Deyî Meyan Xêrî Beg, xatûna êkê ya Êzdiyan, rûniştineka vekirî li gel revenda Êzdiyan li derveyî welêt li Mala Êzdiyan li bajêrê Oldenburgê encam da.

Di kombûnê de komeka babetên serekî yên peywendî bi jiyana revendê ve li Ewropayê heye hatine behiskirin, di serê wan de rêkên parastina dab û nerîtan û xwegirtina bi kultur, filklor û zimanê dayikê.

Mîr Hazim Tehsîn Beg di axaftina xwe de tekezî li ser giringiya yekxistina rêzên rêkxistinan û yekitiyên Êzdiyan li derveyî welat kir, û daxwaza karê hevbeş kir bo parastina binema û bihayên olî, û xwegirtina bi vê nasnameya resen ve wek qelaya serekî ya êzdiyan li welatên derve.

Di rûniştinê de, ku bi amadebûna nûnerê mîrî li Almaniyayê Qîran Îbrahîm û cemawerekî mezin Êzdiyan yên ji Êraq, Tirkî û Sûriyeyê hatibûn birêve çû, dergehê danûstandin û diyalogê hate vekirin, û mîrî bersiva pirsiyar û têbîniyên amadebuyan da di derbarê wan dosyeyên peywendî bi paşeroja civakî ve heyî.

 

><