سیما تیڤی

Cezayê Îdamê ji bo Jina Ebubekir Bexdadî derket

Cezayê Îdamê ji bo Jina Ebubekir Bexdadî derket

Sema

Encumenê bilnd yê Dadweriya Îraqê îro roja Çarşemê 10ê Tîrmehê 2024ê, ragehand Dadgeha Tawanên Kerix li Bexda cezayê Îdamê bi ser Jina Emîrê berê yê Rêkxistina DAÎŞê derxistîye.

Li gorî ragehandinê ku hatîye jina Ebubekir Bexdadî (Esma Mihemmed) Bi tawanên karkirn digel Rêkxistya DAÎŞê û revandina Keç û jinên Êzdî li Şingal li sinurê Parêzgeha Mûsilê, Girtin û êşandina wan di mal de, Ew ceza ji bo wê derketîye.

Herweha di ragehandinê de hatîye jî biryara Dadgehê li ser binemayê Maddeyên berhengarya Terorê, Jimare 13ê derçûye li sala 2005 û bişt gêrêdan li birgeya Yek ji Maddeya Heft li Yasaya rizgarbûyên Êzdî jimare 8ê derçûye ku li sala 2021 ew Yasaye derketîye û di nav da jî cezayê Îdamê heye.

><