Sema
Li komelgeha Şariya 300 qutabiyên sêwî û dest kurt yên awareyên Şingalê û xwecih pêdiviyên qutabxanê wergirtin.
Wek erkekî mirovahî li rêkeftî 12-13/9/2024ê, li hola laliş êk Bingehê Laliş tayê Şariya bi hevkarî digel kenîseyên (Yesû’ El-Mesîh Bîbra-Almaniya) û (Zaxo ya Încîliye), kelûpelên qutabxanê ku ji cilûberg, çente, pêlav û perge li ser 300 qutabiyên sêwî û dest kurt belavkirin.
Bingehê Laliş sipasiya Qes Fezîl û Danyal kir bo û hemahengiyek bo belavkirina harîkariyan li ser qutabiyan da.
Bo zanîn, Bingehê Laliş tayê Şariya herdem piştevani û harîkarîkirina xelkê xwe di hemû biwaran jiyarê û mirovî û rewşenbîrî da diket û xwe bi xizmetkarê serekiyê xelkê xwe li qelem didet.