Her wekî hunên berêz di zanin dû corên bêlinda hene corek dibêjnê bîlnidên pîrafat (bêlnidên pîra)û bêlnidên dûyê dbêjnê (bêlnidên giştî)di bawerya me êzdyan da bêlinda roja dahir bûna sirr û kerameta şîxadî ye slavên xudê li ser bin , zanayên ulî dbêjn bêlnidên pîra di kevne înya êkê ji çlê zvistanê li jmara rojhelatî li vê rojê bêna keremê hildaye û sirr û kerema şîxadî dahirbye li mala pîrafat û lvê rojê bîrafat krî ye ‘îd û di bêjnê bêlnidên pîra û pîrafat, tenha pîrên pîrafat û mcêwrên pîrafat rê û resmên wê ‘îdê di gêrn ewjî li înya burî ew rê û resm hatne gêran û înya dûyê li van bêlinda eva di bêjnê bêlnidên giştî ku hemî êzdî van rê û resma dgêrn li van her sê roja û roja çarê dkene ‘îd di bawerya meda li van roja şîxadî qesta lalşê û nav welatî kirye êzdî bi giştî bi kerema şîxadî şadbînew pê hesyane gotîne bêlinda û heta nha ev roj bi hesabin û rê û resm di hêne gêran wekî dyar ev cejn( ‘îda bêlinda ) êk ji kevintrîn cejnên me êzdyane sexmeratî ev ‘îd ye grêday sirr û kerameta şîxadî ye her wesa peywendî werzê çandinê û mrî jî heye , ev sal li rêkkeftî (2024/1/2)ê bêlindene rê û resmên grêdayî vê ‘îdê hene û roja (2024/1/5)ê cejna ‘îda bêlinda ye,li van bêlinda hindek rê û resmên taybet hene wekî lxarê dyar :
1- gurrka gay
2-çûna ser tirba (guristan)
3- xewlêr
4- sewk (nan)
1- gurrga gay: eve ew rêw resme demê cotyar ji karê xo dzivrin dewarên xo dser agrî ra derbaz dken , agir vêrê hêmaye jbo xêr û bereketa rojê , li hêvara cejnê zarok û gencên gundî mal bi mal dgerrn û her malek agrekî ji reşkê hildket û xudanê malê ( cotyar)dewarên xoyên cûtî , li ser agrîra di borînt û kabanya malê hjîr û mêwîj û şekroka , dgel hindek genim û cehî , bser wanda hladvêjt ,ev rêwresme berî hezaran sala dhate gêran. 2- çûna ser tirba (guristan) : her li vê cejnê hindek rêwresm taybet bi mrî ve di grêdayne ewjî çûna ser tirba heroj li her sê rojên bêlinda kabanya malê kar û barê xu dket û diçte ser miryên xu drustkirna sewka wserjêkirna serbrekê û bi xêra miryên xo dabeş dken lser cîran û gundyên xo û belingaza belaf dken wnavê miryên xo di înin fere her kabanyek sifrekê ji zadî berhevket û van her sê roja zyaretî guristanê miryên xu bbin û wî zadî bi xêra miryên xu bi den û navê miryên xu dhînin êk êk .
3-xewlêr : herwesa dvê cejnê da nanekî taybet jî dête çêkrin dbêjnê (xewlêre) ,hêvara cejnê xewlêre dête şkandin , û pirt pirt dken bi qeder mrovên malê , ewê mêwîjd behra wîda derkeft ,dête xelatkrin û rizqê malê li wê salê li ser pişka wî îye ,eve li xatra şîxadyê dûyê hatye krin, demê şîxadî li boza (11) bra hebûn wek sebeqa qewlî dbêjt:
Yazde xendikêt kûrin heft jê tarîna û çar bi nûrin wl xatra kerema şîxadî deyka wan xewlêr bser wan da belav kir û li wî demî nafka zeytunê dbêjnê hecul nav û xewlêrê kirbû û li behra şîxadî derkeft û heta nho ev rêwrisme bi wî terzî bi rêve diçt.
4- sewk (nan) : curekî nanî ye di hête drustikrin li helkeft û ‘îda bi şêwê nanî belê pçekê sturtre ji nanî û bi zît û runî di hête drustikrin û bi şêwê rojê li ser di hête drustikrin ,her malek dvêt kabanya malê bi teruna axê van sewka bi pêjît piştî xlas dken kabanî wan sewka mal bi mal dgêrt û her sewkekê bxêra miryekî bu gundî û cîran û xuştivyên xu di ben dê bînî li nav gundî wekî çejnekê hemî jnên gundî yêt dnav kulan û şeqama da di hên û di çin û her xuşk û daykekê mêzerek ya stuy da û ye tjî sewke û mal bi mal ya dgerên, blî xêra miryên xu di gehînin li vê ‘îda pîroz her mal û mrovek nanê êk û dû di xun û nanê wan têklî êk di bin bu btir nêzîk bun û bawerî pêknanê jî ..
