سیما تیڤی

Kemal Tolan: Wate û navên Xwedanên Êzdiyan!

Ezê niha ji bona ku rewşenbîr, zane, thelog, dîroknas û lêkolînvanên hemû civakên Kurdî jî bikaribin wate û navên Xwedan-ocaxên me Êzdiyan nasbikin, ew jî bi ser bilindî û şanazî bikaribin mîna bavkalen welatêrojê gotî, ji endamên civaka xwe hizbikin û bibêjin, Êzdîtî di koka şaristanî û hişmendiya xwe de dewlemendiya Kurdîtiyê ye û ew vê kevnariya şaristaniya nijad, bîr û baweriyên me bi hêza rewşenbîr, zane û thelogên cîhanê bidine naskirin van agahdariyên ku , di pirtûka min- Nasandina Kevneșopên Êzîdiyan 2006 istanbulê û ji weșanên Perî, Rûpel: 147- 190- de hatine weșandin bi kurtasî raberî we hêjayan bikim!
Ez hêvîdar im hûn bizanibin, ez ne oldar û ilimdarekî Êzdîtiyê me , lê tenê xemxwar û berhevkarê zargotina Êzdîtiyê me. Lewma jî hêvî dikim ku kêmasiyên min hebin li min bibuhurin û ezê dilxweș bim ku hûn bikaribin ji van agahdariyên min fêdebikin!
Ez cejna Xwedan li wan kesên ku di van rojên derbasiyî de niyetek kiribe dilê xwe û ji bo meznaya Xwedê-Xwedanê mala xwe eziyet dabe nefsa xwe rojî girtine, her weha li hemû azadîxwaz, zahmetkêș, rêvebir û parêzerên Êzdîtî-Kurdîtiyê pîroz dikim.

><