سیما تیڤی

Eskere Boyik: Bîranîn, ji bo 120 salya hîmdarekî edebyeta Kurdên welatê Sovêtê “CERDOYÊ GÊNCO”

Cerdoyê Gênco sala 1904 gundê Emançayîrê, qeza Qersê maleke Kurdên Êzdî da dayka xwe bûye. Ew jî, zarotîyê da wek ya Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl û gelekên din ji kanîya sêwîtîya dilêşe dijwer avê veduxwe, sêwîxanê da mezin dibe.
Sala 1918 a ji bûyarên heremê û hicûmkirina hêzên Tirkan, mala bavê wî jî cî-war, milk û malê xwe dihêlin direvin berbi Ermenistana niha. Rêda dê-bavê wî tên kuştin, Cerdo dikeve sêwîxana bajarê Eşterekê, nêzîkî Yêrêvanê. Ji bîranîn û nivîsara tê xanê ku Cerdo xortekî jêhatî û zîrek bûye. Demeke kin da him xwendinê û him jî nava hevala da berbiçev dikeve. Nava xebatên zarokaye pîonêrtîyê û komsomola da cîyê xwe digre.
Sala 1924 a ji sêwîxanê derdikeve û Komîtêya navendî ya Komsomolê nehîya Êcmîazinê * da xebata cawdar dike. Sala 1926 a tê bijartin wek sêkrêtarê ewlin yê Komîtêya Navendî ya Komsomolê nehîya Hacîxelîlê.**
Gilî dikin, ku xeysetê xweva pir hevalhiz, xerîbdost, pêra jî zîrek û jêhatî bû. Di nav gêncên ermenîyan da qedrê wî pirr bû û jê hiz dikirin. Hevalên wîye nêzîk jî gişk jî xortne zîrek û jêhatîye wusan bûn, ku paşê ne ku tenê Ermenistanê lê sovêtê da bûne merivne bi nav û deng.
Gêncê çavvekirî dinhêre ku hevalê wî gişk diçine xwendina bilind, texmîn dike bêyî xwendina bingehîn û berfire nikare jîyana da cîyê xwe bigre. Sala 1929 tê bajarê Yêrêvanê xwendinê. Zûtirekê navê wî jî di nav rewşenbîrên kurd da tê xanê.
Weşena rojnema “RÎYA TEZE” (1930) rûpelekî nû di nav jîyana wî da dinivîse. Dikeve nava kar û barên weşena rojnemê. Goter û miqala rojnemê ra dinivîse, bi aktîvî tevî rêvabirinê dibe. Sala 1934 wî kivş dikin wek rêvabirê „RÎYA TEZE“. Ew dibe rêvabirê Rojnemê, ê kurdî ewlin.
Balkêş e, ku ji pey çar salên weşena rojnemê ra (berpirsîyar nivîskar û zanyarê Ermeniya ye mezin bûne) layîq dibînin wî karê cawdar da Cerdoyê Gênco kivş bikin. Wusane, gorî wan di nav kadroyên Kurda yê wê demê da ê herî hêja ew bûye.
Rewşenbîrê zîrek bi temamî xwe pêşkêşî kar û barê rojnemê dike, miqala, gotara, kurteçîroka, fêlêtona (kurtegotara) dinivîse. Wergera dike, tevî xebata demezirandina xebernema, kitêbên dersa dibe, miqaledarên jêhatî li dora rojnemê dicivîne.
Lê zûtirekê weşena rojnemê tê sekinandîn (1938) û xewn-xiyalê wî nîvcî dimînin. Demekê ew jî dikeve devê dijwerîyên stalînîzmê, tê zêrandin…
Dest bi şerê Almanîya Hîtlêrîyê û welatê sovêtê dibe. Demên giran tên. Wî kivş dikin serokê tîatroya Kurdaye dewletê li gundê Elegezê.*
Vira tevî serokatîyê wusa jî ji bo tîatroyê şanoya dinivîse (“Destebirak”,” Xûşka doxtriyê”).
Sala 1945, çend roja berî kutabûna şêr Cerdoyê Gênco çil û yek salya xwe da diçe ser dilovanîya xwe.
Xêncî wan şanoya ji berhemê wî yên edebî wusan jî çend kurteçîrokê weke gotara û hejmarên rojnema “RÎYA TEZE” yên bi berpirsîyarîya wî gihîstine me.
________________________
* Komsomol li welatê sovetê da organîzasîyona gênca bû, wek partîyakê. Hêzeke wê ya mezin hebû.
**Hacîxelîl gundekî Ermenîya ne, pala çîyayê Elegezê, nêzîkî gundên Kurdên Êzdî. Ji pey demezirandina qeydê sovêtê li Ermenistanê ew gund dibe navenda wê nehîyê. Sêkrêtarê wê nehîyêyî ewlin (serok) jî serleşkerê kurd Şemo Têmûrov bûye.
(Eskerê Boyîk, Canda Kurdên Sovêtê,(Cerdoyê Gênco; 1904-1946; pel 170-171), Weșena Peywend, 2019,Îstenbol).

><