سیما تیڤی

Mehdî Hesen: Cejna Çilê Zivistanê

Ev cejne dikevte roja duyî Subatê bi jmara zayînî, piştî dawî hatina çilê zivistanê ku li vî çileyî çilegir û derwêş û şikestî û zanayên ola Êzdiyan digel civata ruhanî û her kesekî bivêt evî çilê zivistanê bo mawê (40) rojî bi rojî dibin ji (24) heyva Kanûna Êkê dest pê dikit û heta (2) Subatê bi jmara zayînî dibite cejn û ew kesê çilê zivistanê û çileyê havînê bi rojî dibit, dibêjnê (çilegir).
“Çilegir” ew kesê çileyê zivistanê û çileyê havînê bi rojî bin û bo maweyê bîst sala her du çileyê zivistanê û havînê bi rojî bin ji nûka dibêjnê çilegir, anku her kesê van rojîya bigirt nabite çilegir tenha ew kesê pêgirî rojî girtinê bit bo mawê (20) sala rojîyên çileyê havînê û zivistanê bi rojê bin dibêjnê çilegir….
Her wekî van sebeqa ji edebê dînê Êzdiyan dibêjit:
Melek Fexredîn deng hiltîne
Hincîyê xatra min tê bibîne
Dilê çille gire na îşîne
Çille gir bi rojîne
Ferz ên xwe bi cî tîne
Ewn cindîyên siltîne
Bi şev roj bi rojîne
Ewan fitar nîne
Ew cindîyên siltan Êzîne
Wek diyar ev cejn û çile bi demî ve ye grêdaye li van çil rojên sir û seqayekî zor sar bi rojî dibin ji bo xudê dumahîka rojîya diken cejn, her Êzdiyekî hey vê cejnê li êk û du pîroz dikin, nexasme pirîya xelkê diçine cejna Babe Şêx û li wêderê şirînahîyekê dixon û cejna wî pîrozdikin, herwesa li nav gundîya jî her kesekî çile girtî gundî û kes û karên wî diçine mala wî cejna wî pîroz dikin û dilxoşîya xwe derdibirin bo vê xêra kirî û karê pîroz encam dayî, bo berhevkirna rê û resmên cejna çileyî her sal berî despêkirna cejnê bi du roja d bite rêkeftî 31/1/2025 ê piştî nîvro ixtîyarê mergehê û coqeta wî û desteka qewala û şikestî û koçek û xilmetkar dê berbi gelîyê Laliş a nûranî ve çin û bi hazir bûna metbexçîyê mala Şêxadî ji bo gêrana çendîn rê û resmên olî li Laliş bo mawê du roja û roja sêyê îde 2/2/2025 ê û her bivê helkeftê hindek ji milletî û her kesê bivêt diçine Laliş, ji ber ku rê û resmên dirust yên vê cejnê li peristgeha Laliş dêne gêran, her bo zanîn jmareka rê û resmên cejn û helkeftên me Êzdiyan li peristgeha Laliş dêne kirin.
1- Cejna Serê Salê
2- Cejna Çilê Zivistanê
3- Cejna Çilê Havînê
4- Cejna Cemayê
5- Şev Berat
6- Cejna Qurbanê
Cejna Çilê Zivistanê êk ji van cejnaye li roja dawîyê ji çileyî dibite cejn û dibêjnê (Cejna Çilê Zivistanê)
Bivî awayî rê û resmên cejnê li peristgeha Laliş dêne gêran:
1- Êzdî qesta peristgeha pîroza Laliş dikin gereka di ser pira Selatê ra derbazibit û biçite ser hewda kanîya spî û dest û çavên xwe pê pak biket
2- Her Êzdiyekî biçite Laliş li vê cejnê li mezar û nîşangehên xasa ziyaretî dibin
3- Xwe û kes û karên xwe bi ava zimzimê seladikin
4- Hîvî û duaya dikin
5- Kesên ne dimorkirî bi ava kanîya spî mordikin
6- Micêwir û serderîyên xasa simatê çêdikin
7- Li êvaran dîndar semayê dikêşin
8- Qewl û beyt û qesîde dêne bi rêzkirin û def û şibab dêne lêxistin
9- Li gundan her malek serbirekê ser jê dikit
Her wekî van sebeqa ji edebê dînê Êzdiyan dibêjit:
Ferzêt xwe bi cîke û derbaz be
Here Laliş a nûranî î pêxwaz be
Da li axiretê xêra te ye nas be
Her bo zanîn dîsa li rojanên çileyî her roj gundek qesta ber sicada Melek Fexredîn di ken û diçine ser çileyê Baba Şêx û hindek ji xêr û xêratên gundî di gehînin cihê Baba Şêx lê akincî bo ftara Baba Şêx, daku bivê helkeftê xêrek bi gehit gundîya û Êzdîyan û daxazê ji Baba Şêx diken duayekê bo gundê wan bi ket. Baba Şêx jî beratekê pêşkêşî micêwrê gundî di ket û digel dana beratê evê duaya ya îxtîyarêt bi sûr û kerem û ronahî bo micêwrî û rihispî û gundîya dibêjit:
Ya Xudê tuu bi deye xatra navê xwe
Xatra xudan xatra xatra Ezîz ya xwe
Xatra wan ê li nik te bi xatir
Xatra çilê erda çilê esmana
Xatra çilê Şêxadî çilê Melek Şêx Sin
Xatra çilê Dawid çilê Bazîd
Xatra çilê kanîya spî
Xatra çil mêrêt li ber sicada Melek Fexredîn
Vê îda çilê zivistanê tuu deriyekî xêrê deriyekî rehmê vekeyî li vê dinyayê û li halê Êzdîya bi pirsî û tifaqekê di nav Êzdîya keyî û sûr û keremêt batinî li Êzîdxanê vegerînî û çirayê Lalişê û çirayê Êzîdxanê û her heft zêwêt mergeha Şêxadî gurî û ronahî keyî û ixtîyarêt mixfî sûr dahir û baqî keyî dilê me û Êzîdxanê pê xweşî û şahî keyî-
Suûd û xelatêt batinî li Êzîdxanê
Vegerînî zû ne dereng
Jêder:

Pertûkên Perwerda Êzdîyatîyê
Mamostayê Ayînî Pîr Xelat Êlyas
Ji nivîsînên mamoste Şiro Îbrahîm

><