Nasr Hacî – Çalakvanê Siyasî
Di destpêkê da xuya dike ku rewşa siyasî ya niha li Sûriyê, ne pir cuda ye ji qonaxa derbasbûnê ya Iraqê piştî ketina rejîma berê di Nîsana 2003’an da. Tevî cudahiya hin faktoren bingehîn di prosesa guhertin an jî hilweşandina sîstema siyasî da. Li Sûriyê guhertin ji hundir bi hêza leşkerî pêk hat, lê li Iraqê bi hêza derve pêk hat. Ev yek bîra me tîne pêşveçûn û encamên ku li Iraqê pêk hatin û bandora wan heta îro jî berdewam e.
Eger em bi baldarî li pêşniyara bi navê “Nexşeya Rê ji bo Qonaxa Niha” ya ku ji aliyê Desteya Danûstandinê ya Hêzên Şoreş û Opozîsyona Sûrî ve hatiye derxistin binêrin, em dikarin van tiştan bibînin:
Di pêşgotinê da nêrînek bilind û coşa serkeftinê heye ku ji aliyê Heyeta Tehrîr el-Şam ve tê ferzkirin, ji destpêka peyvên sereke yên pêşgotinê. Paşê dibêje ku hewcedarî bi nexşeya rêyeke zelal û rêkûpêk heye ji bo bidestxistina veguhestina siyasî ya demokratîk li Sûriyê. Ev gotinên gelek xweş û balkêş in eger li ser erdê werin bicîhkirin, ne ku tenê wek diruşmeke bêwate bimînin.
Pêşgotin li ser mekanîzmaya veguhestina demokratîk li gorî biryara navneteweyî (2254) disekine. Ev yek jî dê heta radeyekê dadperweriyê ji bo beş û kêmnetew û pêkhateyên civaka paşguhkirî misoger bike û dê veguhestina demokratîk di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî da be.
Di hemû beş û rûpelên “Nexşeya Rê ji bo Qonaxa Niha” da, ol û netew û etnîsîteyên civaka Sûrî hatine bibîranîn, lê êzdî hatine paşguhkirin û qet nehatine destnîşankirin. Ev yek astengiyeke eşkere ji civaka êzdî ya Sûriyê ra çêdike û nîşan dide ku êzdî dê di temsîla siyasî ya pêşerojê da dûr û paşguhkirî bin.
Li vir pêwîstiya çalakiyên êzdiyan yên cuda, çi yên li Sûriyê, Iraq an jî li derveyî welat, derdikeve holê ji bo pêkanîna lobiyeke xurt ji bo bidestxistina mafên êzdiyan û misogerkirina temsîla wan ya adil di desteya hikûmeta derbasbûnê da û bicîhkirina navê êzdiyan di destûra nû da, wek ku di destûra Iraqê da pêk hat. Bi taybetî ku êzdî rêjeyeke berbiçav li Sûriyê pêk tînin ku hejmara wan nêzîkî (5000) kesan e. Hebûna wan ya dîrokî, şûnwar û perestgehên wan û kûrahiya wan ya şaristanî li wir heye.
Divê civaka êzdî li Sûriyê xwedî helwesteke yekgirtî be ji bo hilbijartina kesayetiyek akademîk ku qebûlkirina civakî û ezmûna wê di warê siyasetê da hebe, da ku di prosesa danûstandinên berdewam da temsîla wan bike.
Herwiha divê têkilî bi nûnerê Sekreterê Giştî yê taybet û Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Iraqê ra were danîn ji bo gihandina peyama êzdiyan û veguhestina metirsiyên wan ji bo çareserkirina rewşê û hewldana bicîhkirina navê êzdiyan û dayîna mafên wan. Ji ber ku girîng e êzdî xwedî rolek girîng û rastîn bin li ser erdê, ji ber ku ev yek dê di pêşerojê da bandorên siyasî li ser çarenivîsa civaka êzdî li wir çêbike.
Divê êzdî qebûl nekin ku di çarçoveya kesekî din da bên bicîhkirin da ku civaka êzdî mafên xwe winda neke û paşê poşmanî sûd nade.