سیما تیڤی

Konsulê Almanya li Hewlêr: Almanya komkujiya Êzdiyan jibîr nake.

 

Sema:

Kilaus sitrêçer Konsilê Almanya îro li 25_6_2024 li Konferansa( Laliş ya Aştî û Bi hevrajiyanê) de peyek pêşkeş kir û li destpêka peyva xwe de bas li Komkujiya Êzdiyan kir û da diyar kirin ku Almaniya wê Komkujyê ji bîr nake û alîkariyê me yên ji bo Êzdiyan berdewam bikin.

Di beşeka din da bas li wergirtina Penaberên Êzdî kir û got: Me hembêza xwe ji gelek Êzdiyan re vekir ye û ez gelek şanazim ku îro wek nûnerê Almanya di vê Konferansê de beşdarim û ez di xwazim careka din ji were bêjim ku Almanya dê alîkariyên xwe bi domîne û ev jî ji mere xeta sor e.

Di beşeka din ya peyva xwe de bas li tûndiya seksî ya li dijî keç û jinên Êzdî hatî kirin jî wesan got: Em dê li dijî tûndiya seksî ya li hember Êzdiyan hatî ye kirin bisekinin û heta niha jî em kar li ser wê çendê dikin û her ji bo vê meremê wezîra karê derve ya Alman ( Analena barboç) dû cara hatî ye Îraqê û bi keç û jinên Êzdî re civya û bi çavên serê xwe jî Şengal dît û herweha çû gundê Koço jî ku berî çend sala Komkujiyeka mezin lê hatibû kirin.

Di berdewamiya peyva xwe de bas li tawanên DAÎŞê li hember Êzdiyan kir û anî ziman: Nabe em wan komkujiya ji bîr bikin belê raste em nikarin wan kesên canê xwe ji dest dayn vegerînin belê em dikarin ji bo Edaletê kar bikin û wan tawanbara bidene Dadgehê û Perlemana Almanya li sala 2023ê ew Komkujî ya li hember Êzdiyan bi Cenosayd daye naskirin û ji sala 2014 ve welatê Almanya li ser vê çendê kar dike.

Û Almanya yek ji Welatên herî li pêşe ku dixwaze tawanbar werine Dadgehkirin ku ev ji bo Aştiyê girng e û ji bo Mirovên qurbanyan jî gelek girng e ku ji aliyê Derûnî ve ji wê qonaxê derbas bibin.

Û dîsan ji li Zanîngeha Dihokê navendeka alîkariyên Derûnî dide wan kesên ji destê DAÎŞê xelas bûyn.

Û li dawiyê jî got: Em ji Îraq û Herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku alîkariya wan ya ji bo Êzdiyan berdewam be û nabe êdî Aware di bin Çadiran de bi mînin û divê zemînek were dîtin ku herdû Hikumetên Bexda û Hewlêrê Awaran vegerînin ser cihên wan.

><