سیما تیڤی

Bingehê Laliş rêz li 12 nivîserên Qeza Şêxan girt

Sema
Di rêwresmeka ji hêjî da 21 saliya damezrandina Bingehê Laliş yê Rewşenbîrî û Komelayetî ya taxa Şêxan bi çend birgeyan hate saxkirin.

Bi amadebûna Serdar Şêx Yehya, Qaimqamê Qeza Şêxan û Seîd Cerdo Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş û Îzedîn Selîm Baqisrî, endamê berê li Parlamenta Herêma Kurdistanê û endamê Desteya Kargêrî yê Encumenê Bala Têkoşeran û Dr. Memo Osman, Wezîrê berê li Hikumeta Îraqa Federal û Şêx Zêdo Baedrî, şêwirdarê Parlamenta Kurdistanê û Kerîm Silêman, brîkarê Wezareta Çandinê û Jêderên Avê û Salim Reşo, pêşmergeyê dêrîn û Dr. û nivîserê navdar Eskerê Boyik, ji welatê Elmanya û Eyûb Hacî û xanim Mihwer Ebdulezîz, kargêrên liqa 20 ya Partî û Sadiq Qaso Elo, berpirsê lijna navça Şêxan ya Partî û çendîn rêveber û berpirsên mîrî û hizbî û rewşenbîr û maqûl û rîhspiyên deverê, rêwresmiyên 21 saliya damezrandina Bingehê Laliş yê Rewşenbîrî û Komelayetî ya taxa Şêxan bi rêve çûn.

Li destpêkê peyva bixêrhatinê ji aliyê birêz Xezwan Remezan, cîgirê berpirsê Bingehê Laliş Şêxan hate xwendin û 21 saliya damezrandina Bingehê Laliş li hemû endam û alîgirên bingehî pîroz kir û got: Bingehê Laliş Şêxan kariye ji demê damezrandinê ta noke çendîn çalakiyên cora û cor encam bidet, mîna semînar û workshop, qehremanî û xolên bi hêzkirina qutabiyan, xelat û rêzlênana kesan, berîkane û vekirina pêşangehên hunerî… htd, herwiha diyar kir, Bingehê Laliş Şêxan êkemîn govara werzane bi navê (Çirayê Laliş) derêxistiye bi xwebexşiya çendîn rewşenbîran.

Di birga êkê da Dawûd Murad Xetarî, nivîser û vekoler û endamê Desteya Bilinda Bingehê Laliş semînarek pêşkêş kir li dor (girîngiya hebûna Bingehê Laliş) û got: Bingehê Laliş taxa Şêxan kariye bizava rewşenbîriyê li deverê pêşpêxt û peywendiyên xwe digel civakî û dezgehên mîrî û hizbî û rêkxirawan xurt û muhkem biket.
Di birgeya duwê da jî bi armê Laliş yê taybet rêz li 12 nivîserên xudan berhem yên senterê Qeza Şêxan hate girtin.

Li dawiyê amadebûyan pêkve kêka yada damezrandina Bingehê Laliş şikand û destxweşî û pîrozbahiyên xwe gehandina desteka rêvebera bingehî.

Li rêkkeftî 3/10/2003 Bingehê Laliş yê Rewşenbîrî û Komelayetî ya taxa Şêxan li ser destê komeka rewşenbîran hate damezirandin û ta noke berdewamiyê bi kar û xebata xwe didet.

><