سیما تیڤی

Karwan Ba’edri: Çirayê Bingehê Laliş

Bingehê Lalişê destpêkê li ser hindek mebdeên ciwan û bawerdar hatiye avakirin, jiber hindê jî zor û gelek dezgeh hatin û çûn hêşta Bingehê Lalişê bi ciwanî, hêz û ronahîtir mayeve.
Niha jî, ruiye û stratejiyeka nû li ser hevalên têdakarkirî û bi dûrbîn û piştbestin bi akademîst û eqliyeta bernamesaziyê, êdî Bingehê Lalişê li ser hemû pirsan bi dîrasetkirin û plan, rave û şrovekirina eqlanî di qada rewşenbîriyetêda seng û bawera xwe dana.
Li ser praniya pirsên ku ‘ne’ ji karên me jî, belê gelek caran me destê xwe dirêjkiriyê jiber ku berjewendiyên civaka me li ser hemûyane.
Karwanê ked û xizmeta Bingehê Lalişê didomîne, eva hatiyekirin bes nîne û bi kêmê û hindek û praniyê em bidawî naînin, me diruşmê ‘berdewamîyet, dahênan, nûyigerî’ bilindkiriye û berdewamîn.
Serkeftin bo tavahiya heval û piştvanên Bingehê Lalişê.

><