سیما تیڤی

Mehdî Hesen: werzê zivistanê

Werza zivistanê yek e ji wan werzan ên salê ku piştî werza payizê tê, ew werzê navdar bi sermaya sar û befr û baranên giran e.
Şeva 15’ê ser 16’ê Çiriya Duyem bi hesaba rojhilatê û 11/29 zayînî dibe roja yekemîn a zivistanê. Di vê rojê de payiz bi dawî tê û dibe zivistan. Em niha vê rojê re dibêjin (Cejina Pleyê).
Pley: Demeke ku rêjeya baranê gelek bibare û erdê tijî av bibe ye. Pîvera pleyê jî “Çunî” ye. Berê, Çunî hebûn li ber deriyên malan heke tijî av ba û niha jî gîsnêyê cotkarî (gîsnêyê traktoran) ye di demê ariyê de heke gihîşte erdê hişk.
Eger pley nekeve heke gîsn erdê hişk bi xwe re nexe, dibêjin pley ketiye. Ji aliyê zanistî ve jî heke (100) mm baran bikeve, tê hesabkirin pley. Ev yek dibe cihê dilşadiya cotkarên ku erdê wan tijî baran bûye û ew ê biçînin derew û dana xwe û qutê wan ê ewle be di sala pleyê de. Cotkar ji kêfa dilşadî bûn û di gotina vê rojê (Cejina Pleyê) roja yekemîn a zivistanê de.
Wek din, zivistan derfeteke ku mirov bêhna xwe tê de vede, westiyayîna havîn û payizê ji bîr bike, têkiliyên xwe bi Xwedayê xwe ve xurttir bike.
Gotin heke mezin li ser zivistanê heye dibêjin (Çi ji dengê tep tep ê peyayê deyndaran û çip çipê dengê dilovan naxweştir nine) di zivistanê de.

Ji qewlê mehê jî diyar dike û dibêje: Wê ji payizê bimîne wêsifetê Yê tijî ji xêrê, ji nazê, ji neemetê Jê tê bêhna cennetê.

Îlon hat û derê qûmaşê xwe vekir Li dinê û alemê bû wê dikir Husn û cemal li şems û fexrê.

Îlon dibêje: Ez cendiya mehânim Yê bi meclis û reş rîhanîm Li ber şems û fexrên mîra ye eyânîm.

Em du mehîn navê me çirî Ji cem padîşahî xelat kirî Li me dikevin naz û neeet û terî.

Me yareke dixwest yê irfanî zanê Bila ji me re bide beyanê Ka binivîse her diwanzdeh mehan kîjan in.

Ji qewlê fexrê zergûnê Her yekê bi herfê, her yekê bi nasayînê Binivîse her diwanzdeh mehan Kanûnê.

Hatîme nav kof û kanê Wekî tê û dibe zivistanê Zîndanê li ser ciqasê mexlûqê bi canê.

Kanûnê ji xwe re xeber da Got: Ez im seqaya erdê Belê menfeetim li ser ciqasê derdê.

Kanûnê got: Seqaya erdê ez im Ji sariya xwe ditezim Ez li ber ferwarê mîrê xwe bi lez im.

Werza zivistanê çendîn alav û taybetiyên xwe hene mîna (befrê (befrmalê), lîyan, bagerdan).

Herwiha xwarinên germ wek (tirşik, kelendina kulinda (qûndikê), çêkirina gûzbeşê (cureşîrîniyekê, bi dûşavê û konjiyî tê çêkirin). Her wisa niha di zivistanê de gelek hez ji sêropê dikin û pêçê û di ber sobeya darî û pelên geş tê xwarin.

Vêdana şebqeka birûskî û çip çipa sivandê û şirêna sorka banî pêkve dengê muzîkeka berkevtî jê tê.

Dibêjin di zivistanê de çayê germ û agir gelekî xweş in.

><