سیما تیڤی

Digotin ‘’Malê dinyayê qirêja desta ye’’

 

Sema:

Kemal tolan

Me gelek caran ji bapîrên xwe dibihîst ku tim digotin’’Malê dinyayê qirêja desta ye’’. Îro gelekan ji me heger bi sebeb an jî bê sebeb dev ji cîh û welatê xwe berdane û em hatine van welatên Ewropa. Hîn jî bi qeflan wek me dev ji welatê xwe berdidin û dertên welatên xerîb.

Gelo ev jiyana me ya li xerîbiyê derbas dibe ji ya li welêt derbas dibû çêtire? Ez dikarim bersiva vê pirsê weha bidim. Hesabê malê û sûkê li hev derneket. Îdî li mejî wisa hatiye, Wexta ku hin karkerên kurd dihatin welêt Îzna xwe, pir tiştên xweş li ser jiyana Almanya federal digotin, Me nizanîbû ev kes derewa dike, Welhasil, Çiyê xelkê hebû firotin û xistin berîka xwe û hatin Almanyayê.

Em hatine, Îro çavên xwe berdidin çend markan, Zarokên me yên ku li vira çêbûne êdî urf û adetên bav û diya xwe najon, Ji ber ku em jî çand û dîroka xwe bi zarokan nadin naskirin, Bêtir qeweta xwe didin pera û malê dinyayê, Zarokên me dibin Alman hîn di hivde hijde saliya xwe de dev ji dê û bavê xwe berdidin, Ji me tirê emê êdî bibin malê vira û hew vedgerin welatê xwe, Ev karekî pir kure, Divê ku her kes ji me li ser hatina xwe bifkire, Di vê em aqilê xwe bidin serê xwe û milê xwe bidin milê hev û bi  yekîtî daxwaziyên xwe bixwazin, Wek hamû miletî ku îro li Almanya federal bi zimanê diya xwe radiyo û televizyonê guhdarî dikin, Di medersan de bi zimanê xwe dixwînin û çanda xwe pêş de dibin, Heger em van tiştan nexwazin û ji bona van daxwaziya xebatê nekin emê di wextek pirr kin de xwe inkar bikin.

><