Kurd niha diyar e ku guherînên mezin li Rojhilata Navîn têne birêvebirin û bûyerên (leşkerî, siyasî, ewlehî) nêzîk dibin, taybetî şerê îro li ser erdnîgariya Sûriyê û Iraqê çê dibe dibe metirsiyeke rastîn li ser tecrubeya demokratîk ya Kurdistanê ya ku ev 32 sal in li herêma Başûrê Kurdistanê bi serkeftî hatiye bikaranîn û çi êdî bê agir nabin, êdî bes e dijatîkirina hev û afirandina krîzên navxweyî.!
Car baş e bo qonaxeke îro zêdetir yekgirtî bin û bibin yekdengiya siyasî li hember planan yên dijminên û dagîrkeran û her tehdîdekê.
Ji alîkî din, gelek girîng û pêdivî ye ku kabîneya 10. ya hikûmeta Herêma Kurdistanê di herî zû wextî de were damezrandin da ku şeriyetê xwe li asta navdewletî bistîne û rêyeka çareseriyê ji bo parastina destketên dîrokî yên gelê Kurdistanê hilbijêre.
Ez di berjewendiyê de dibînim ku encamên referandûma serbixwebûna Herêma Kurdistanê ya 2017an wek qerta zextê li ser alîyên herêmî û yekteviriya desthilatdarên faşîst ên Bexdayê careke din bi kar bînin.
Êdî nemaye ku gelê Kurdistanê bindestî û stemkariyê ji rejîmên (Ereb, Tirk, Faris) û her neteweyekî din li herêmê qebûl bike û di bin siyaseta ablûqeyê, birçîbûnê, derdsariyê û dagîrkariya wan dijminan de heya hetayê jiyana xwe bi rezaletê bidomîne!?
Kurd niha, dem hat ku ew alî yên xwe wekî opozîsyonê dizanin werin ser xeta neteweyî da ku bi hev re karibin parastinê ji kerametê gelê xwe û welatê xwe bikin û biryara çarenûsa gelê xwe bidin.
Kurd niha, zêdetir hişyar bin ku herî metirsîdar qonax û çarenûssaz a gelê Kurdistanê îro jê re derbas dibe!! û pişt re bê sûd e, dê tê û hişk pêk ve bişewitê.
Her bijî bo… yek parlament, yek hikûmet, yek hêza Pêşmergeya Kurdistanê ya yekgirtî, yek serok û yek herêma Kurdistanê.