Xerqe herfeke grane
fere li me Êzdiyane
Em dilê xerqe nehêlîn çuu carane
Ji qewlê Şrura:
We dibêje şaye
Ya Siltan Êzîd çiqas zêr û malê min hebî li vê dinêye
Şukrîna min ji navê teye
Me ji damana xerqê Siltan Êzîd sidq û heya û îman divêye
Xerqe ji cilkên pîrozêt aînî ye li cem Êzdiyan, xerqe dîrokeke dûr û drêje d olên Arî yên kevn da chê pîroz xwe girtî ye. Li gor têkstên ola Êzdiyan kevnarîya xerqeyî xuya dibît digel afrandina kinyatê:
Berê dinya nebû ned di sewrand
Muhbet hebû mêra ned fikrand
Ewê rojê Xudê xerqe dahrand
Xerqe bi navê Siltan Êzî ye:
Melik Fexredîn pisyarek ji pedşê xo dikre
Go: Ezîzê min tu xaliqekî minî her û here
Te xerqe b navê kî mêrî dikre bere
*********
Pedşa dibêjtê Fexrê mino yî faxire
Cewaba te lêzm û fere
Min xerqe bi navê Siltan Êzî dikre bere
Li cem Êzdiyan xerqe bi duu renga heye: Xerqê spî û xerqê reş.
Xerqeyê spî:
Xerqê spî btnê ew kesê bte babê çawîş (mirîd, şêx yan pîr) bt dê xerqê spî dberxo ket dibêjnê xerqê (Şêx Şemsedîn) ji hrya mihên ne zayî drêsn û b destêin qizeka bukr (ne zewcî) dête njiyarkrn dvêt ew qiz ya bi rojî bit heta xerqeyî njiyar ket. Dsercilka da dberxu diket û grîvanî diberxo diket û bê meftule û kulkê spî dberxu dket, jiherduu layan ve heta kemerê yê dirêje û bi şêweyî bazneî ye. Ev xerqe ê şemsanîyê (pîranî) ye ji qewlê xewrê xuya diket:
Me dike pîranîyê
Ew dereca Îranîyê
Ew dereca xerqe yîyê
Xerqe libasê Soltan Êzîyê meye
*********
Siltan Êzî pîrê xerqê mine
Binaya her duu çavêt mne
Atqata mn û çendî momne
Hejî gotinê ye kesên aînî yên Zerdeştî ye xerqê spî dberxo dken l dîv rênmayên aînê wan.
Xerqeyê reş: Xerqê reş ji hirya mihên ne zayî drêsn û b ava pelgên dara zergozê dête reş kirin:
Pedşa dibêjit:
Fexro nava mhê û zergozê dê çêkem xerqeye Feqîr dê kene berxweye
Sunetxanane dê pê înt bawerî û şehdeye
Bi destêin qizeka bukr (ne zewcî) dête njiyarkrn divêt ew qiz ya bi rojî bit heta xerqeyî njiyar ket, nabt li ser cilka di berxu biken û bê grîvane, ji layê sngî ve heta kemerê ye û ji layê piştê heta nîvê ye û mftulê bi ser xerqeyê berxu diken şuna grîfanî ye ew kesê bi xerqe bit demê diçte ber diluvaniya Xudê xerqeyî ligel vedşêrin, kulkê reş dikete serê xu, kulk jî ji hirya miha û bi ava pelgên dara zergozê reş diken heft dereca pîroz tre ji xerqeyî, kesê bi xerqe bît dvêt bi kulk bit, ne merce î bi kulk bît bi xerqe bî, kulk xelatê Hesen Memaye.
Ew kesên xerqeyî dberxu diken dibêjnê feqîr. Feqîrên duunav (Pîrn Omar xala Merebiyê Şêxadî buu, şêxîn Şêx Hesen şêx û xodanê Şêxadî buu, şêxîn Şêxubekr piştî qedem gohasitna Şêxadî Şêxubekr xerqe berxukr). Yên xerqeyî berxu dken feqîrîn êk nav dibêjnê feqîrên Cumayê (mirîdên Şêxubekrn j hoza Reşanî yane maşê wan xerqeye, çunkî nîşana Êzîyê sur ji nav babkalên wan xuya buu li wî demî navê ola Êzdiyan bo Êzdî, rste sur ya babê Şêx û cuqa wî berxuu dket nîşana wane wek qewlê Makê xuya diket:
Feqîrêt Comayê deşta Erzenê
Ku Siltan Êzîd dahr buu rûyê vê dnê
Çend edewî pê dbûn xnê
*********
Feqîrêt Comayê l çiyayê Reşane
Qedrê wan qedrekî grane
Dê ji wê tilpê rabit bi xo siltane
Bo zanîn feqîrêt Comayê Reşanî ne êk navn mirîdên Şêxubekrn ku ev binemalene: Osman Gula li gundê Şarya, Sin Cêrî l Şingarê, Usu li iCegana, Findî Reşu li Xankê, Fqîr Şmul Baêdrê
Ev bnemalane di bneret da ji êk babkn ij Tirkya hatîne Êraqê, helgrên xerqê Şêxadî ne
Bo zanîn hoza Reşanya lqeke ji Dna (Dnya), hindek bnemalên dî heyne Reşanî lê bi dirustî nav û nîşanên wan bi dest min nekeftî ne.
Sê corêt feqîra lcem Êzyan wêt heyn ku evene: Feqîrêt Cumayê û Temîmî Dêr û Buqtar.
Pîr ji rêne
Şêx ji dorêne
Feqîr candarî mewlêne
Feqîrên welat şêx dvêt Lalşê xerqe berxu biken lê feqîrên her devereka dî ya Kurdistanê li chê xu diberxu diket.
Ew kesê xerqê diberxu biket guneha ser brê ser jê ket û herwesa jiblî helala wî hemuu xuşyên dnyayî lê gunehn.
Feqîra êke çêkir
xwe ji xweşî û lefzetyên dinê kir
Ev dnyaye hêlan û ber bi axretê kir
Demê feqîrî bi xerqe biçte her mehfelekê Êzdî lê rûnştî bin hemuu dvêt rabn û heta mîrê şêxa û babê şêx divêt ji pêş xerqe ve rabn, heta xerqe poş ne runt nabit ew kesên rawestayî runên û nabt kes destê xu bi xerqeyî biket jiber pîrozî û granya barê xerqe nabît kes destê xu bi hlîne xerqeyî:
Xerqe xelatê nuranî ye
Hincî li pêşî xerqeyî
Destê xo b hlîne
Li dîwana Şêxadî û Melek Şêx Sin
çî şifat li wî nîne