Weke ku gelek ji me dizanin û di gelek çavkaniyan de jî tê xwanêkirin, beriya ku Hafiz û Mustafa Reşit paşayên Osmaniyê di 14.12.1847 de Fermana Tanzîmatê beyanbikin/ragihînin, ewan jî mîna pêșiyên xwe û bi alîkariya hevalbendên desthilatdariyê(beg, serokeșîr, axa, mele, șêx, keya, bekçiyên gundan û hwd. yên xayîn), bi dare zorê û gelek xûnrijandinê dawî li hukimdariya mîr, beg, șêx û axayên Kurdan(Misilman, Êzdî, Elewî û hwd.) anîne.
Ez baș dibînim ku îro hinek kes-nivîskarên Kurd bîranîn, berhem û pirtûkan li ser desthilatdariya wan mîrek, beg û serokeșîrên Kurdên Misilman(Mînak: Reșkotan, Pencînaran, Elikan, Sînîkiyan, Remiyan û hwd.)dinvisînen. Lê ez zahf jî xemgîn dibim, gava ku ez dibînim vaye ewan jî, di berhemên xwe de piraniya rastiya dîroka me li goriya wan dokumentên ku dagirkirên welatên me ji bo berjiwendiyên xwe serûbin û arșîvkirine șaș didine xwanêkirin.
Ez bixwe tûcarî ji wan document û arșîvên ku dagirkirên welatên me bi hemd, ji bo berjiwendiyên desthilatdariyî û hevalbendên xwe serûbin kirine bawer nakim. Bi dîtina min, gava meriv bahsa van eșîrên ku min binavkirine bike û bahsa herêm, cîh, gund, beg, axa, eșîr, zargotin û nandarên Êzdiyan yên ku berî û di nav wan de hebûn neke, hingê dîrok bi rast tam nayê xwanê kirin.
Hinek ji we birêzan jî dizanin ku, min jî di nav pirtûka xwe a bi nave “Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan tev Romanên zindîne 2000 “de, ji ber zargotina ku endamên civaka me Êzdiyan ji min ra gotiye, bahsa gelek naven herêm, cîh, gund, eșîr, bavik, beg û nandarên me Êzdiyan kiriye” Lewma ez naxwazim niha dîsa kûr û dirêj li ser van babetan binivisînim.
Lê ezê niha tenê çend mînak ji hevpeyvîna ku min bi rahmetiyê Mîroyê Heso( Z. 1931- M.2016 ) re çêkiriye, ji bo zanîn û agahdariyê we birêzan bi weșînim. Ji xwe meriv ji bîranîn û gotinên vî camêrî de jî baș fahm dike, ka Mustafa Reşit Paşa yê Osmaniyê di sala 1837 û dûre Hafiz Pașa 1838 de çewa Ferman li Êzdiyan rakirine û Êzdî ji herêmên wan fermalûkirine. Dîsa meriv di van herdû stranên ku li ser Nemirê Mîrza I- II an hatine gotin jî fahm dike, êdî ka gund û qesra Baximz- Bahıms/Baxımis-Bağimzê( niha bi Tirkî dêjinê: Yalınkavak Köyü -Beșiri/Batman) berê ya kîjan serokeșîrê buye.
“Strana Nemirê Mîrza I(yê li dora sala 1837 de hatiye kuștin.)
Baximza bavê Eyo li serê rezan û baxan
Leşkerê Qewaz başî, mîrê Licê û Banekan,
leşkerê dewleta Nefî amê û Reşît Paşan
bihevre êrîşeke giran birine ser herdû taxan
Şade û şûdê bavê Eyo Nemirê Axa, Qizilê Dirbo,
Muradê Lahdo û Dawetiyê Koçek Vêre ,
Ew bi hevre lê leşkerê dewleta Nefî amê dixin
Berê leşkerê Qewaz başî û Reşît Paşa didine
Pişta qêre heta di qelibîne wî alê rêberî Bazbûtê.
Ezê bi hafa qendîlê ketim,
qendîla bavê Eyo wa bi zile
min dît avê hat xule xule
Bala xwe dayê mala Çelikê û mala Zoro
hevûdinê kite kita û cote cota kirin
siwaran hevûdinê siwar diniqandin
teng û berên mihînên xwe dişidandin
hevûdinê xwe ji êla giran vediqetandin
dest diavîtin ji ber xwe cotên Qermînan kişandin
di nava êskerên Qewaz başiyê Romê diqetandin
serên hinan jêdikirin li ser çardarê riman daliqandin
gelek ji yên mayî jî diyarî ji Kela Zoqê re dişandin
Bila bişewite mala Reşît Paşa siwarê devrûtê
Tevlî leşkerê Kela Zoqê , bi stêrka sibêre zû tê
Derbekê dane li bavê Eyo, bûka sûwaran
Tefandine çira mala Çelikê û mala Sêrdînê Zoro Axa”
Min ev strana ji ber devê Mîroyê Heso, xwarziyê Nemirê Mîrza II girtiye, binêren li pirtûka Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan tev Romanên Zindî ne, rûpel:61.
“Strana Nemirê Mîrza II(li dora sala 1890 de hatiye kuștin.)
Hewê digo:
„Lê Sêvê dahê îro dilê min ditirsiya,
binêre wa dû peyayê malik şewitî,
ji pozê Qêrebeş dageriyan û hatî,
dihatin bilez li girê Zarê hilgeriyan,
Berê xwe didane Qesra Nemirê axê,
ji Nemirê axê kirine hêvî û dîlekan.“
Hewê digo:
„Lê Sêvê dahê, wayê li min wayê,
peya yekî bi dengekî nerm digote:
„ Nemirê axê, bavê min silav li te kirine,
û digo: sebra min di hepsa Betlîsê de nayê.“
Nemirê axê dibêje wan mêhvanan:
„Werin derbas bibin herin li odê rûnên ,
gava ez vê neqlê herime Sêêrt û Betlîsê,
ezê bavê te ji hepsa Betlîsê berdim “
Dipeyre Nemirê axê gazî dike li Eyoyê zave :
„Lawo, karê xwe bike emê îro herine Şimzê
(Îdara gundê Baximzê di sala 1868 de li ser nehiya gundê Șimizê- nihajî bi Tirki: Oğuz köyü- bûye K.To.)
cem mala pismamê xwe Mistoyê Hessê .“
Wayê sed carî li min wayê,
Nemirê axê tevlî mêvanan ji mal derkete,
Wextê ew tine ber gundê Zêwika Xaço ,
Mêvanek gazî dike li Ûssivê Bêdo û dibêje :
„Axa gotiye , bila were emê herine Şimzê „
Ûssivê Bêdo li mêhvan vedgere û dibêje :
„îtbara min qet, bi we mêrên Musilmannayê“
Gava Nemirê axê di Kaşê Ahsê de hilkişî,
Kul têkeve mala wî mêhvanê malik şewitî,
Bêbext, bi şibêta destavê xwe di da paşî,
ewî bidizî dest avîte tivinga xwe lê dixebitî,
weha derbekê berdide Nemirê axê bê keysî ,
Cenazê Nemirê axê di Kaşê Ahsê de dişimitî.
Şade û şûdê Eyo yê zave gelekî hene,
ew jî tivingê dixe kêleka mêhvanê malik şewitî ,
lê feleke xayine, tivinga zave Eyo na teqîne.”
Min ev strana ji ber dengê Dengbêj Teterê Êlî(Acar) girtiye binêren li pirtûka Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan tev Romanên Zindî ne, rûpel:62.
Ezê gelekî dilxweş bim ku, dîrokzane û nivîskarên me Kurdan, hîn zêdetir li ser rastiya ferman, serpêkhatî û zargotina Êzdîyên li bakurê Kurdisatanê* lêkolîn bikin.
Ew bikaribin dîroka mîr, beg, axa, eșîr, ol û civaka xwe li goriya kevnariya zargotin, folklor, wêje, çavkanî, dokument û berjiwendiyên netewa xwe rast binivisînin û tomarbikin!
Kemal Tolan- Berhevkar û Xemxwarê Kevneşopên Êzdîtiyê
*Çavkanî:
Strana Nemirê Mîrza I
Kilama șerê Delan, ya ku rêzdar dengbêjê rahmetî XELÎLÊ BERFÊ gotiye
Kilama rahmetîyê Hesinê Çeto -Șerê Șêx Mîrzayê û Roma Reș
https://www.facebook.com/groups/326168311482780/permalink/329093334523611/
Bûyer- strana șerê Şêx Mîrza yê û leșkerên „roma reș“
û hwd.