سیما تیڤی

Peyama Serok Barzanî ya heftemîn salvegera encamdana rîfrandoma serbexoyiyê da

Sema

Îro 25ê îlona 2024ê, di heftemîn salvegera encamdana rîfrandoma serbexoyiyê da Serok Mesûd Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî ya Êksê, peyamek belavkir.
Deqê peyama Serok Barzanî:

Serok Barzanî di peyama xwe de ew perçeya helbesta Mutenebî parve kir ku dibêje, “إذا غامَرْتَ في شَرَفٍ مَرُومِ، فَلا تَقنَعْ بما دونَ النّجومِ” yanî “Eger te pêxemetî serwerî û şkoyê serkêşî kir, bi kêmtir ji wê ya ku armanca te ye razî nebe.”

Serok Barzanî di pareke din a peyama xwe de ev perçeya helbesta Mîxayîl Neîme parve kir ku amajeyê dide “nirxê azadiyê”; “إنَّ الحريةَ أثمنُ ما في الوجود، لذلك كان ثمنُها باهظاً” yanî “Azadî ji tiştên herî bihadar ên jiyanê ye, lewma nirxê wê gelek giran e”.

><