Bi helkefta hatina cejna çilê zivistanê, germtirîn pîrozbaheyan arasteyi tevaya Êzdiyan û çilegran li Kurdistanê û cîhanê dikeyn.
Hîvîdarîn ji Xudayê mezin cejna xêr û xweşiyê bit û evê cejnê bikete binemayek aştî û aramiyê bo tevaya pêkhatên Kurdistanê.
Her bvê helkeftê, hîvîdarîn rewşa Şingalê aramî û seqamgêriyê bixweve bibînit û aware li kempan bi serbilindî û serfirazî vegerne deverên xwe û dawiyê bi jiyana awareyê bînin û revandiyen Êzdî bêne rizgarkirin.
Hîvîdarîn cejneka xweş û aram bo tevaya Êzdiyan bit û salane bi azadî û tevayî rêûresmên vê cejnê li Kurdistanê bigêrin.
Dûbare cejna we pîroz bit.
Desteya bilinda bingehê Lalişê yê rewşenbîrî û komelayetî/Dihok
Êkî şubata 2025ê
