سیما تیڤی

Mesrûr Barzanî cejna Cemayê li Kurdên Êzidî pîroz dike

Navenda Nûçeyan – Sema

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê cejna Cemayê li Kurdên Êzidiyan pîroz dike û tekezê li ser piştevanîkirina mafên rewa yên xûşk û birayên Êzidî û xizmetkirina wan dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 6ê Cotmeha 2025ê) peyamek ji bo pîrozkirina cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî belav kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi helkefta cejna Cemayê, ez pîrozbahiyeka gerim li tevaya xûşk û birayên Êzidî li Kurdistanê û cîhanê dikim û hîvîdar im rojên cejnê bi xêr û xweşî biborînin. Em tekezê li ser piştevaniya mafên rewa yên xûşk û birayên Êzidî û xizmetkirina wan dikin.

Cejna Cemayê li hemiyan pîroz be û her di xweşiyan de bin.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

><