سیما تیڤی

Bi piştvanîya rêzdar Mesrûr Barzanî, Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Vestîvala Laliş hate gêran

Navenda Nûçeyan – Sema
Li roja şembûyê 15-2-2025ê, li demjmêr 10ê spêdê li hola konferansan li zankoya Dihokê bi piştvanîya Rêzdar Mesrûr Barzanî, Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê, Vestîvala Laliş ya rewşenbîrî bi çendîn panel û birgeyên cora û cor yên kulturî hate gêran.

Bi amadebûna Mîrê Êzdiyan û Babê Şêx û Dr. Karwan Mihemed Sabir, ji nivîsîngeha berêz (Mesrûr Barzanî) Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê û Macid Seyd Salih, nûnerê parêzgarê Dihokê û hejmareka mezin ya berpirsên damûdezgehên hikumî û hizbî û kesayetiyên olî û civakî û xelkê deverên cuda yên Êzdiyan, bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî li Dihokê rêûresmên vestîvala Laliş ya rewşenbîrî 2025 li jiêr dirûşmê (Kulturê me serekanîya resenayetîya meye) gêra.

Wek rêzgirtin bo gîyanê cangoriyên Kurdistanê, li destpêkê amadebûyî xolekekê rawestiyan û li dûv da vestîvalê bi muzîka pîroza Êzdiyan def û şibaba destpêkir.

Li pêra Seîd Cirdo, serokê bingehê Laliş peyva bixêr hatinê pêşkêşkir û diyarkir, şanaziyê dibeyn bo sazdana vê vestîvala giring bi piştvanîya Rêzdar (Mesrûr Barzanî) Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê û armanc ji vê festîvalê pêşandana kultur û folklorê resenê Êzdiyane.

Paşan tîpa şariya ya hunerê millî tabloyeka hunerî pêşkêşkir, di birgeyeka cuda ya vestîvalê da ji ber karê wî yê pîroz xelatê vestîvalê yê salane ji layê Mîr Hazim Beg, Mîrê Êzdiyan û Seîd Cirdo, serokê bingehê Laliş ve bi Babê Çawîş hate dan.

Herwesa di birgeyeka dî da, corên stranan û şirovekirina wan di kulturê Êzdiyan de mîna xizîmok û payzok, xerîbî û stranên şeran û evînê ji layê Îsmaîl Şêx Mîrzo û Merwan Dawud û Nato Silo ve hatine behiskirin.

Her dîsan çend muzîkjenên keç û xortên Êzdî çend corên amîrên muzîkê yên grêdayî kultur û folklorê Êzdiyan ve jenîn.

Filmekê dîkiyomêntarî li dor parastina kulturî li gund û deverên Êzdiyan ji derhênana Mazin Êsyanî ve hate pêşkêşkirin.

Dûv da tîpa resen ya muzîkî çendîn dîlanên millî yên grêdayî bi Êzdiyan ve bi tabloyekê pêşkêşkirin.

Armanc ji vestîvala Laliş ya rewşenbîrî ya salane pêşandana kultur û parastina folklorê resenê Êzdiyane.

Di birgeya dawiyê da, bi hemahengi ligel tayên bingehê Laliş pêşangehek li dor kulturê Êzdiyan hate pêşandan.

Vestîvala Laliş ya salane bi piştvanîya hikumeta herêma Kurdistanê ji layê bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî li Duhokê dête gêran û têda çand û huner û folklorê Êzdiyan bi çendîn birgên ciyawaz dêne nîmayişkirin.
Milletê Êzdî piştî çendîn ferman û kawdanên sexit bi ser da hatîn kariye kultur û folklorê xwe biparêzit.

><