سیما تیڤی

Heftiya bêt 4 Hezar Serok Xêzanên Şingalê dê erzaqî wergirin

Navenda Nûçeyan – Sema
Li heftiya bêt çar hezar serok xêzanên Şingalê, dê erazqê xo yê mehane li Şingalê wergirin ku ji layê Wezareta Bazirganî ya Îraqê ve hatibû ragirtin.

Nvîsîngeha Parlamentar Mehma Xelîl, endamê Encûmenê Nûnerên Îraqê ragehand: Hemû daxwazên welatiyan hatne temamkirin ku jimara wan dgehte çar hezar daxwazên rakirina ragiritinê ji kartên xwarinê yên wan û lîjnê karên xo d baregayê sayiloya Şingalê da temamkirin, ku daxwazên welatiyên zivrîn ji kempên awareyên hatne wergirtin û temamkirin.

Diyar jî kiriye, d heftiya dahatî da, dê pişka xwarinê li ser xêzanên ku ragirtin li ser wan hatiye rakirin ête dabeşkirin, herwesa dê pişkên berê jî êne dan.

Erzaqê bi sedan xêzanên Şingalê piştî ji kempên awareyê vegeriyayne ser deverên xo li Şingalê hatiye ragirtin.

><