سیما تیڤی

Parêzgarê Dihokê pêşwaziyê li şandekê Mala Êzdiyan û kesayetiyên Êzdî li derveyî welatî diket

Navenda Nûçeyan – Sema
Îro spêdê roja duşembûyê 23yê Kanûna Êkê 2024ê, Dr. Elî Teter, Parêzgarê Dihokê pêşwaziya şandekê Mala Êzdiyan û kesayetiyên Êzdî li derveyî welatî bi serokatiya “Cemal Îsmaîl” cîgirê Mala Êzdiyan kir.

Di hevdîtinekê da behsê rewşa Kurdên Êzdî li welatên Ewropa û kar û çalakiyên Mala Êzdiyan û ew xizmeta di biyavê civakî û rewşenbîrî û kultorî da pêşkêş diket û rewşa awarên Êzdiyên Şingalê, ewên jiyana xwe li nav kempa û cihên dî li nav Herêma Kurdistanê derbazdikin û ew harîkariyên Hikumeta Herêma Kurdistanê û Parêzgeha Dihokê pêşkêşî wan diket bi giştî hate kirin.

Serokê şandî sipasiya Serok Barzanî û serkirdayetiya Herêma Kurdistanê û Parêzgeha Dihokê û xelkê parêzgehê kir, hember ew harîkarî û piştevanya li awarên Şingalê dikin û xwast ew harîkarî di berdewambin.

Parêzgarê Dihokê dupatkar, Kurdên Êzdî pêkhateyeka serekî û resen ya xelkê Kurdistanê ne û Hikumeta Herêma Kurdistanê û Parêzgeha Dihokê dê berdewam piştevanyê ji maf û azadî ya wan ket.

><